Sererastkirin

Ji bilî şaş nivîsandina paşnavê 'Ozaydogdû', hemû agahiyên di nûçeya me de rast in.

Di nûçeya xwe ya roja 14.10.2015 a bi sernavê "@DrBereday ê li Twitterê endamê MÎT'ê ye" de, hatibû ragihandin ku kesê pêwendiya xwe bi hesabê @DrBereday heye yê beriya teqîna li Enqereyê agahî da û piştre hat binçavkirin, Erhan Ozaydogdû ye. Hatiye fêmkirin ku xwediyê vî hesabî Erhan Ozel e û ji ber şaşîtiyeke teknîkî di nava nûçeya me de navê Erhan Ozaydogdû hatiye nivîsandin. Ji bilî şaş nivîsandina paşnavê 'Ozaydogdû', hemû agahiyên di nûçeya me de rast in. Ji ber vê şaşîtiyê em ji Ozaydogdû yê ku navê xwe di nûçeyê de derbas bûye, lêborînê dixwazin.