Odeya Tabîban: 106 kesan jiyana xwe ji dest dan, 89 birîndar li nexweşaneyan e
Odeya Tabîban a Enqereyê diyar kir, ku di komkujiya 10'ê Cotmehê de heta niha 106 kesan jiyana xwe ji dest dane, 90 birîndar jî tên dermankirin.
Odeya Tabîban a Enqereyê diyar kir, ku di komkujiya 10'ê Cotmehê de heta niha 106 kesan jiyana xwe ji dest dane, 90 birîndar jî tên dermankirin.
Odeya Tabîban a Enqereyê, der barê mirovên di komkujiya dawiya hefteyê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha 106 kesan jiyana xwe ji dest dane, 20 jê li servîsa lezgîn 89 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Nasnameya Nevzat Ozbîlgî, Hasan Baykara, Bedriye Batûr, Fatma Batûr, Umît Seylan û Serdar Ben ê di komkujiya dewletê de jiyana xwe ji dest dan, di encama testa DNA de hat tespîtkirin.
Her wiha malbata Gamze Akbaba ku yek ji kesên winda ye, ji bo tespîta cenaze xwîna xwe da. Cenazeyê Nevzat Ozbîlgî li Agirî, Serdar Ben li Stenbolê û Batûran jî wê li Alanyayê werin veşartin.
Di vê navberê de maseya krîzê ya HDP'ê da xuyakirin, ku bi qasî 20 malbat nikarin hînê bigihêjin xizmên xwe. Hat ragihandin ku ji cenazeyên li Saziya Tipa Edlî 6 jê beşek, 2 cenaze jî bi temamî bedena wan ji hev belav bûne, hene û ji bo tespîtkirina nasnameya van ceanzeyan wê testa DNA were kirin.
Li aliyê din, kiryarên rastî yên komkujiyê tên parastin, lê li merasîmên cenaze yên mirovên jiyana xwe ji dest dan, lêpirsîn tê vekirin. HDP'ê komkujî xist rojeva Meclîsê.
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, pêşniyar pirsek nivîskî pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir û ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû xwest bersiva wê bide.