Serokê AABF Mat: Dem dema bikaranîna dengan e

Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat bang li Elewî û hemû beşên civakê yên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan û got, "Roj roja hesabpirsîna ji Erdogan e."

Serokê Giştî yê AABF Huseyîn Mat bang li Elewî û hemû beşên civakê yên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan û got, "Roj roja hesabpirsîna ji Erdogan e."

Serokê Giştî yê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Elmanyayê (AABF) ku li gelemperiya Elmanyayê xwedî bi sedan komeleyan e Huseyîn Mat, bang li hilbijêrên li derveyî welat dijîn kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. Mat destnîşan kir, ku her deng gelekî bi qîmet e û ji bo dengdayînê banga lezgîn kir.

Serokê Giştî yê AABF'ê Huseyîn Mat daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku rêya rizgariya ji zexta Erdogan, serketina HDP'ê ya hilbijartinên 1'ê Mijdarê ye. Mat got, "Feraseta Erdogan a cîhanê, feraseke ji kîn, nefret, dijminatî û xwînê ye. Ya wê her kes mîna wan be, yan jî mafê jiyanê ji kesî re nas neke. Mijar ev e. Yanî ferseta yekparêz û înkarê. Çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me Erdogan nekir serok, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî em ê hesreta wî ya sûltanbûyînê di ber de bihêlin."

Mat anî ziman ku bi sedan salan êrîş û komkujî li hemberî Elewî û mûxalîfan tên kirin û got, "Em di meha Mûharremê, yanî di meha şînê de ne. Ji bo me her der, her roj bûye şîn. Duh Roboskî, Şengal, Kobanê, Lazkiye, Pirsûs, Amed, îro jî Enqere bûye Kerbela. Êdî bes e. Bila ev êş biqedin.

Roj ne tenê roja şînê, roja girî ye. Roj roja rabûna ser piyan, berxwedan û serhildanê ye. Çawa ku li Kerbela Îmam Huseyîn serî li ber Yezîd netewand, îro jî li hemberî zext, tinekirin û komkujiyan em ê serî li ber Erdogan netewînin, em ê teslîm nebin."

'EM ERDOGAN BIAVÊJIN SER SERGOYÊ DÎROKÊ'

Huseyîn Mat bang li Elewî, Kurd, Tirk û hemû beşên civakê yên li Ewropayê dijîn kir û got, "Ji bo em Erdogan biavêjin ser sergoyê dîrokê, firsenda herî baş li benda me ye. Çawa ku me di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de kîmya, ji berkirinên wî xera kir û bend hilweşand, di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de vê carê em ê qesrê, em ê saltanata wî bi serê wî de bînin xwarê. Ji ber vê yekê, di van rojên ku em berdêlên giran didin de têkoşîna herî rast, bikaranîna dengan e Naxwe girîg, kişandina êşê û wijdan, ne çareserî ye. Bêyî ku dereng bimîne biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin temînata aştiyê HDP'ê. Her dengekî hûn li hemberî Erdogan bi kar bînin, wê temînat û garantiya aştiyê be."