Tîmên taybet êrîşî Şaredariya Geverê kirin

Tîmên Taybet, bi bombeyên gazê êrîşî avahiya Şaredariya Geverê kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên taybet ji wesayîtên zirxî bombeyên gazê avêtin avahiya Şaredariyê.

Hat ragihandin, ku her çend li navçeyê ti bûyer neqewimiye jî, tîmên taybet li pêşberî avahiyê sekinîne û bombeyên gazê avêtin camên avahiyê. Ji ber vê êrîşê, nava avahiyê bi gazê tijî bû. Xebatkarên şaredariyê yên danê sibehê hatin avahiyê, dest bi paqijiyê kirin.

Şahidê bûyerê nobedarê şaredariyê Gazî Atar anî ziman ku tîmên taybet nîvê şevê ji 3 cihên cuda bombeyên gazê avêtine nava avahiya Şaredarê.