Li Îdirê operasyona qirkirina siyasî: 5 kes hatin binçavkirin

Li Îdirê, di serdegirtinên malan ên danê vê sibehê de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Îdirê, di serdegirtinên malan ên danê vê sibehê de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Îdirê, polîs û jendermeyan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên 4 Kasim, Karaagaç, Sogutlu û bajarokê Xoşxeber. Di serdegirtinan de Yaşar Çam, Kemal Tûncer, Suleyman Kalkan, M. Salîh Ozturk û endamê Meclîsa Şaredariyê Arîf Çetînkaya hatin binçavkirin.

Hat ragihandin, ku 5 kes ji ber bûne mertalên zindî û çûne Zozanê Korhanê hatine binçavkirin. 5 welatiyên hatin binçavkirin birin Emniyeta Bajêr û Fermandariya Jendermeyan.