ROJANE
Hemû Nûçe
-
Operasyonên qirkirina siyasî: 28 binçavkirin, 1 girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 28 kes hatin binçavkirin û kesek hat girtin. -
Beştaş: Li Enqereyê bi zanebûn tedbîr nehat wergirtin!
Parlamentera HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku di komkujiya li Enqereyê de bi zanebûn tedbîr nehatine girtin. Beştaş mijar xist rojeva Meclîsê û pirs li hikûmeta AKP'ê kir. -
Partiya Keskan a Swîsreyê komkujiya li Enqereyê şermezar kir
Partiya Keskan a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kir û got, "Em li bendê ne ku hikûmeta Tirkiyeyê der barê vê komkujiya hov û tirsnak de daxuyaniyekê bide." -
Yuksekdag li Mersînê çû serdana birîndaran
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, kedkarên di êrîşa li hemberî mîtîng aştiyê de birîndar bûn, ziyaret kir. -
Kedkarên li Stenbolê qedexeyê nas nakin; li du nuqteyan dicivin
Tevî biryara qedexeyê ya Walîtiya Stenbolê jî, kedkar ji bo bîranîna şehîdên aştiyê li Sîrkecî û Cerrahpaşayê dicivin. -
NAV-DEM: Li dijî qetlîamkeran em dengê xwe bidin HDP'ê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bang li her kesî kir, ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Malbata Guler: Em kurê xwe, ewladê xwe, canê xwe dixwazin
Dayika Azîz Guler Elîf, bavê wî Mehmet û kekê wî Ersîn Ûmût Guler tevî parêzer Sînan Varlik mesaj dan û gotin, "Ti qanûn, biryar û rêvebername ji nirxên mirovahiyê ne hêjatir e." -
Malbata Azîz Guler serî li DMME da
Malbata şervanê MLKP'ê Azîz Guler, ku ev meheke destûr ji derbaskirina cenazeyê wan re nayê dayîn, ji bo biryara tedbîra îhtiyadî, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. -
Nerazîbûna li hemberî komkujiya li Enqereyê dewam dike
Li paytexta Polonya Varşova, li bajarên Swîsre Bern û Frîboûrgê, li bajarên Elmanya Aachen, Hagen û Essenê, li bajarên Fransa Evry-Melûn û Strasboûrgê, komkujiya Enqereyê bi girseyî hat şermezarkirin. -
Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî qedexeyê da
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû nerazîbûn nîşanî biryara qedexekirinê ya Walîtiya Stenbolê da û got, "Li şûna qedexekirin, gefxwarin û zêdekirina aloziyê, rewşa ku bîranîn lê karibe bê kirin, divê were afirandin." -
Budçeya MÎT'ê ji sedî 36 hat zêdekirin
Rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT, ku rastî gelek rexneyên giran tê, para xwe ya ji budçeya sala 2016'an ji sedî 36 zêde kir. Ji budçeyê wê 1.6 mîlyar lîre ji MÎT'ê re were dayîn. -
Li Stenbolê, destûr ji meşa şermezarkirina komkujiyê re nehat dayîn
Meşa li Stenbolê ya ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan wê bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin. -
Davûtoglû mukur hat: Lîsteya bombeyên zindî heye, lê heta çalakiyê nekin em nikarin wan bigirin!
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, der barê rexneyên li ser negirtina tedbîrên li hemberî êrîşên DAIŞ'ê de got, "Em bi navên bombeyên zindî dizanin, lê belê heta çalakiyê nekin, em nikarin wan bigirin." -
Ji bo hilbijêrên li Dortmûnd û derdora wê banga dengdayînê
Hilbijêrên li bajarên Elmanya Dortmûnd, Essen, Hagen, Ludenscheîd, Meschede, Attendorn, Ûna, Kammen-Berkamen Bochûm û gelek herêmên li vê derdorê, wê li Navenda Perwerdeya Tirk a li Dortmûndê, dengê xwe bi kar bînin. -
Xebatên ji bo hilblijartinên 1'ê Mijdarê dewam dikin
Ji bo hilbijartinê, tevî dengdayînê xebatên pêkhateyên HDP'ê jî dewam dikin. Ji bo hilbijartinê jin bi awayekî aktîf dixebitin. -
Li Elmanyayê hilbijêr wê bi konvoyan biçin ser sindoqan
NAV-DEM'ê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bang li hilbijêran kir ku bi konvoyan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. -
SP a Swîsre: Berpirsyariya dewletê parastina gelê xwe ye
Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) komkujiya Enqereyê şermezar kir û diyar kir ku dewlet bi parastina gelê xwe berpirsyar e. SP'ê ragihand, ku ji bo mirovên di li Enqereyê ji bo aştiyê jiyana xwe ji dest dan, ew di şînê de ne. -
Erdogmûş: HDP nebe Tirkiye nikare li ser xwe bisekine!
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Erdogmûş diyar kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê dengê HDP'ê kêm nebe. Erdogmûş bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyan û destnîşan kir, ku eger HDP nebe wê Tirkiye nikaribe li ser xwe bisekine. -
Gelê Amedê li hember êrîşên li dijî Sûrê li kolanan e
Gelê Amedê li hember êrîşên tîmên taybet û polîsan li kolanan e. -
Lîsteya navên kesên hatin qetilkirin hat nûkirin
Odeya Tabîban a Enqereyê, navên şehîdên aştiyê nû kir û lîsteya nû aşkera kir. -
Parêzvana mafên mirovan Ulker Birdal jiyana xwe ji dest da
Parêzvana mafên mirovan Gulşen Ulker Bîrdal, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. -
8 şehîdên aştiyê li Meletî û Îzmîrê hatin defnkirin
Cenazeyên şehîdên aştiyê yên li Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dan bi girseyî tên definkirin. -
Meclîsa Şengal a Dîspora komkujiya Enqereyê şermezar kir
Meclîsa Şengal a Dîaspora komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û banga xwedîderketina li malbatên şehîdan kir. -
Komkujî li Bloîs hate lanetkirin
Komkujiya Enqereyê li bajarê Bloîs ê Fransa bi çalakiyekê ve hate şermezarkirin. Siyasetmedarên Fransayî di çalakiyê de axivîn, komkujî lanet kirin û bang li Yekîtîya Ewropa kirin ku bila têkîlîyên xwe yên bi Tirkiyeyê bi dawî bikin. -
Der barê komkujiya Enqereyê de biryara nepenîtiyê
Serdozgeriya Enqere, der barê dosyaya komkujiya Enqereyê de biryara nepenîtiyê da.