ROJANE
Hemû Nûçe
-
Seroka Giştî ya DÎDF'ê Ekşî: Ji bo aştî û demokrasiyê em bêjin HDP
Seroka Giştî ya DÎDF'ê Zeynep Sefariye Ekşî banga dengdayînê li hilbijêrên li Ewropayê kir û got, "Ji bo bikaranîna dengan 9 roj man. Lewma divê her kes seferber bibe û ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bide HDP'ê." -
Li Sidney ji bo şehîdên aştiyê bîranîn
Li Sidney kesên di komkujiya Enqereyê jiyana xwe ji dest dan û wek “şehîdên aştiyê” hatin qebûlkirin hatin bîranîn. -
Navê cihê komkujî lê pêk hat bû “Qada demokrasiyê”
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê qada komkujî lê pêk hat wek “Qada Demokrasiyê” guhert. -
TEV-ÇAND’ê êrîşa Enqereyê li Qada Dom protesto kir
Bi armanca bîranîna kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane û şermezarkirina êrîşê Koma Dengê Xweza û jinên girêdayî TEV-ÇAND’ê li Qada Dom bi gel re konserek dan. -
Înce û Duşerge ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Dogan Înce û Şehmuz Duşergê yên 6'ê Cotmehê hatin qetilkirin li Bismîlê bi beşdariya zêdetirî deh hezar kesan hatin definkirin. -
Dozger: Dewletê agahî da kesên têkiliya wan bi komkujiya Enqereyê re hene!
Dozgerê lêpirsîna komkujiya Enqereyê bi rê ve dibe, got ku yekeyek girêdayî dewletê ji bo kesên têkiliya wan bi komkujiyê re hene birevin agahî daye. -
Li Rîzeyê 2 şoreşgerên tevlî merasîma cenaze bûn hat girtin - HAT NÛKIRIN
Namzetê HDP’ê yê parlamenterê yê Rîze Tûgay Kose û endamê ODP'ê Behcet Ertaş ji ber tevlî merasîma cenazeyê şehîdê aştiyê Osman Tûran Bozaci bûn hatin girtin. -
Nasnameya ciwanê li Wanê hate qetilkirin diyar bû
Li Wanê di pevçûna duh derket de hate diyarkirin ku ciwanê jiyana xwe ji dest daye Haşîm Ozpolat, yê birîndar bû jî Ramazan Beyaz e. -
Li Licê û Hênê qedexeya derketina kolanan
Li 21 taxên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. -
Înce û Duşerge wê li Bismilê bên defnkirin
Cenazeyên 2 ciwanên bi navê Şeyhmus Duşerge û Dogan Înce ku 6'ê Cotmehê ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin, ji Amedê bi konvoyekê ber bi Bismîlê ve hatin rêkirin. -
Şehîdê aştiyê Serdar Ben ji aliyê hezaran hat oxirkirin
Cenazeyê Serdar Ben ê di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Li ser gora Ben axa ji ser gora Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hatî qetilkirin anîn hat belavkirin. -
Rojnamevan Polatsoy birin Enqereyê
Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy ê di çarçoveya operasyona li hember PKK/KCK’ê hat binçavkirin û ji aliyê medyaya alîgir ve bi komkujiya Enqereyê re tê têkildarkirin ji Rihayê birin Enqere. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Şîpal di bin dorpêça polîsan de mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG’ê Metîn Şîpal (Baz Modem) ê rojên bihurî li Elkê jiyana xwe ji dest da li Wanê mewlûd hat dayîn. -
Ozbîlgîn li Agirî spartin axê
Cenazeyê Nevzat Ozbîlgîn ê di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest da li gundê Xirbegulê yê Agiriyê hat definkiri -
Sê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin defnkirin
Cenazeyên Fatma Batur, Bedriye Batur û Hasan Baykara ên di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Alanyayê bi girseyî hatin definkirin. -
Der barê greva ji bo kesên hatin qetilkirin lêpirsîn
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, bersiv da nirxandina Memur Sen a ku ji bo biryara grevê ya rêxistinên kedê ku ji ber komkujiya Enqereyê girtibûn gotibû "Ranta siyasî" û got "Hûn sendîqa nîn in, konfederasyon nîn in û hûn mirov jî nîn in" -
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em bang li gelê xwe dikin ku li desketiyên siyasî xwedî derkevin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve didomin û ji wezîfegirtina hevşaredaran daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Fransa ji bo gelê Kurdistanê dadikeve kolanan
Li Fransayê, rojên 16-17-18'ê Cotmehê weke "Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re" hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de wê gelek çalakî bên lidarxistin. -
7 kes li Sûrê hatin binçavkirin
Li Sûrê di serdegirtinên malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. -
Li Amedê 27 ciwanên AKP'yî û endamên meclîsê îstifa kirin
25 ciwanên endamê Rêxistina AKP'ê ya Bajarê Amedê û 2 endamên meclîsê yên AKP'yî, ji partiya xwe îstifa kirin. -
Xebatên hilbijartinê li Hannover didomin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo xebatên hilbijartina giştî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê xebat didomin. -
Bîlançoya qirkirina siyasî zêde dibe: 22 girtin, 8 binçavkirin
Li Wan, Sêrt, Mûş, Dîlok û Îdirê 22 kes hatin girtin, 1 jê zarok herî kêm 8 kes hatin binçavkirin. -
Ne di lêpirsîna komkujiyê de, di operasyona giştî de hat binçavkirin
Rojnamevanê Kurd Mehmet Sehat Polatsoy ê ku ji aliyê medya alîgirê AKP'ê ve weke berpirsyarê komkujiya Enqereyê hat îlankirin, ne di çarçoveya lêpirsîna komkujiya Enqereyê de, di çarçoveya 'operasyona KCK a giştî' de hat binçavkirin. -
Jinan li Edeneyê şehîdên aştiyê bibîr anîn
Li Edeneyê, jinan şehîdên aştiyê bibîr anîn. Di çalakiya ku 29 jin lê hatin bîranîn de hat gotin, "Em ê têk neçin, em ê netirsin. Jin wê aştiyê bînin vî welatî." -
Demîrtaş ji Davûtoglû pirsî: Tu hewl dide çi veşêre?
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersiv da pirsên li ser Komkujiya li Enqereyê û bûyerên di rojevê de.