Fransa ji bo gelê Kurdistanê dadikeve kolanan
Li Fransayê, rojên 16-17-18'ê Cotmehê weke "Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re" hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de wê gelek çalakî bên lidarxistin.
Li Fransayê, rojên 16-17-18'ê Cotmehê weke "Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re" hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de wê gelek çalakî bên lidarxistin.
Li Fransayê, rojên 16-17-18'ê Cotmehê weke "Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re" hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de wê gelek çalakî bên lidarxistin.
Koordînasyona Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re ya Fransayê, ku di nav de gelek partî, rêxistin û tevgerên civakî yên Fransayê hene, rojên 16-17-18'ê Cotmehê weke "Roja Piştgiriya Neteweyî ya bi Kurdistanê re" îlan kir. Di vê çarçoveyê de wê li gelemperiya welêt gelek çalakî bên lidarxistin.
Koordînasyona ji CDK-F, NPA, Partiya Komunîst a Fransayê, MRAP, Alternatîve Lîbertaîre, HDP-Ewropa, Sendîkaya Yekbûyî ya Solîdaîres, UDB, Kolektîfa Jinê ya Piştgiriya bi Kobanê re, Tevgera Kabylîe, Komeleya Piştgiriya bi Kurdistanê re ya Fransa, Sortîr du Colonîalîsme, ACTÎT, SKB, OCL û gelek rêxistinên din pêk tê, wê di 16-17-18'ê Cotmehê de li Parîs, Lorîent, Marseîlle, Rennes, Creîl û bajarên cuda yên Fransayê bi awayekî hevpar dakeve kolanan û ji bo piştgiriya bi Kurdistanê re çalakiyan lidar bixe.
Çalakiya li Parîsê wê di 18'ê Cotmehê roja Yekşemê saet di 15:00 de li Meydana Bastîlle pêk were. Çalakiyên li Marseîlle, Lorîent û Creîlê jî wê roja Şemiyê werin lidarxistin.
DAXWAZ Û BANGA BEŞDARIYÊ
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyonê de hat ragihandin ku Kobanê, di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de bûye sembol û hat destnîşankirin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî ya li her nuqteya Kurdistanê zext, komkujî û berxwedan dewam dike de, girîng e ew li cem gelê Kurd cih bigirin. Koordînasyonê diyar kir ku bi çalakiyan re ew ê bixwazin zext û komkujiyên li hemberî gelê Kurd bên rawstandin, hevdîtinên aştiyê ji nû ve destpê bikin û li Tirkiyeyê pêvajoyeke asayî ya hilbijartinê pêk were. Koordînasyonê bang li hemû gelên li Fransayê dijîn, bi taybetî jî gelê Fransayê kir ku di nava van sê rojan de beşdarî çalakiyên li gelek herêman tên lidarxistin, bibin.
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
"PARÎS, Yekşem, 18'ê Cotmehê
Saet: 15:00
Cih: Bastîlle
TOÛLOÛSE, În, 16'ê Cotmehê
Saet: 19.00
Cih: Place du Capîtol
MARSEÎLLE, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 16.30
Cih: Marche au départ des Réformés
STRASBOÛRG, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 15.00
Cih: la Place Kleber
ROÛEN, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 15.00
Cih: la Place de la Cathédrale
LORÎENT, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 16.30
Cih: l'Eglise de Kerentrech
RENNES, Yekşem, 19'ê Cotmehê
Saet: 15.00
Cih: Débat à l'association Amara,
11 rue Pré du Bois
NANTES, Yekşem, 19'ê Cotmehê
Saet: 17.00
Cih: Débat à l'association kurde,
12, rue La Rabotière 44800 St Herblain
BORDEAÛX, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 16.00
Cih: Débat, Salle Point-du-Jour Pierre-Tachou,
44, rue Joseph Brunet à Bacalan (Tram B - arrêt Brandenburg)
MONTPELLÎER, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 18.00
Cih: Marche de la Place du Peyrou à Comédie
ALBI, Şemî, 17'ê Cotmehê
Cih : Rassemblement sur la place Vigan
CREÎL, Şemî, 17'ê Cotmehê
Saet: 15.30
Cih: Marche de la Faïencerie jusqu'au Marché."