Li Amedê 27 ciwanên AKP'yî û endamên meclîsê îstifa kirin

25 ciwanên endamê Rêxistina AKP'ê ya Bajarê Amedê û 2 endamên meclîsê yên AKP'yî, ji partiya xwe îstifa kirin.

25 ciwanên endamê Rêxistina AKP'ê ya Bajarê Amedê û 2 endamên meclîsê yên AKP'yî, ji partiya xwe îstifa kirin.

Hikûmeta demî ya AKP'ê, piştî têkçûna di 7'ê Hezîranê de, roj bi roj qels dibe. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê vediguhere 'partiya tabela'.

25 ciwanên endamê Rêxistina AKP'ê ya Bajarê Amedê û 2 endamên meclîsê yên AKP'yî, li Dîclekent a navçeya Peyasê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ji AKP'ê îstifa dikin. Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê Amedê Asîl Ecer li ser navê koma îstifa kir daxuyanî da û anî ziman ku ji ber komkujiya li Enqereyê û bidawîkirina 'pêvajoya çareseriyê' wan ji AKP'ê îstifa kirine.