Bîlançoya qirkirina siyasî zêde dibe: 22 girtin, 8 binçavkirin

Li Wan, Sêrt, Mûş, Dîlok û Îdirê 22 kes hatin girtin, 1 jê zarok herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.

Li Wan, Sêrt, Mûş, Dîlok û Îdirê 22 kes hatin girtin, 1 jê zarok herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Balkêş e ku operasyonên qirkirina siyasî û hejmara girtin û binçavkirinan bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re zêde dibe.

WAN

Li navçeya Wan Îpekyolû, tîmên taybet danê sibehê avêt ser maleke li Taxa Yenîmahalle û Îdrîs Kûrt û kurê wî H.K. (17) kirin binçavan. Sedema binçavkirina bav û kur nehat zanîn. Hat ragihandin ku her du birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Li taxa Xaçortê jî di dema serdegirtina malan de tîmên taybet serî li şîdetê dane û bi zanebûn pihîn li Quranê dane.

SÊRT

Li Sêrtê, polîsan duh êvarê avêtin ser kafeyekê û rêveberên DBP'ê yê Bajêr Agît Kaya kirin binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn, lê ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Li navçeya Berwarî jî, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Abdullah Gundogdû, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî bang lê hat kirin ku li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê îfadeyê bide û li vir hat binçavkirin. Piştre ew birin edliyeyê û li dû wergirtina îfadeya wî Dozgeriyê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "heqaret li serokkomar kiriye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê jî Gundogdû girt û ew şand Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

Ji 11 kesên di êrîşa 13'ê Cotmehê ya li hemberî "Şehîdgeha Şehîd Resûl û Şehîd Azîme" ya li quntarên Çiyayê Herekolê de weke mertalên zindî hatin binçavkirin, Rêvebera HDP'ê ya Navçeyê Nazmiye Guzel, hevserokê berê yê DBP'ê yê navçeyê Temel Ozer û Aycan Ozer, Nûrcan Ozer hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.

MÛŞ

Li hemberî Çiyayê Kolîbaba ya di nava sînorên navçeya Gimgim û Kopê ya Mûşê di 11'ê Cotmehê de operasyona leşkerî hat destpêkirin û di çarçoveya operasyonê de serdegirtinên malan çêbûn û gelek welatî ji bo bibin mertalên zindî çûbûn herêmê. Li gel mertalên zîndî di serdegirtina malan de 32 kes hatibûn binçavkirin. Li gundên Şelûl û Akrakê di serdegirtina malan de Demokrat Ekmekçî, Omer Ekmekçî, Enes Ekmekçî, Orhan Çelîk û Cemal Çoban hatin binçavkirin û li Mûşê ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya "endamên rêxistinê ne" û "alîkariya rêxistinê kirin" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Welatiyên di nav de Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk jî heyî yên ji bo li hemberî operasyonan rawestin çûn heremê rastî êrîşa tîmên taybet û leşkeran hatibûn û piştî re 23 kes hatibûn binçavkirin.

Mertalên zindî piştî nêzî 2 saetan li herêma operasyonê hatin girtin biribûn Fermandariya Jendermeyan a Kopê. Piştî îfadeyên li wir sewqî dozgeriyê hatin girtin û piştî îfadeyan nûçegihanê DÎHA'yê serbest hatibû berdan. Kesên bi îdîayên "Endamên rêxistinê" û "Alîkariya rêxistinê kirin" sewqî dadgehê hatin kirin jî serê sibehê serbest hatin berdan.

4 kesên di operasyona li Kopê de hatinbinçavkirin jî şandin Midûriyeta Polîsan a Mûşê. Tê gotin ku 4 kesên di bin çavan de wê sewqî dadgehê bikin. 

DÎLOK

Li Dîlokê, 19 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li taxê Guzelvadî û Beybahçe di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, duh êvarê sewqî Edliyleya Dîlokê hatin kirin. Dozgeriyê, piştî wergirtina îfadeya 4 jê zarok 19 kesan, bi îdîaya "endametî û rêvebirina rêxistinê" ji bo bên girtin radestî dadgeha nobedar kir.

Ji welatiyên li dadgehê îfade dan Ozgur Sûat Sokmen, Ferhat Songûr, Emrûllah Gumuştekîn, Cûdî Taş, Huseyîn Gumuştekîn, Îslam Sarica, Celal Kizilkaya, Sînana Taştekîn hatin berdan, zarokên bi navê M.E.K. û E.O., Engîn Babayîgît, Abdullah Dayan, Aladdîn Şen, Orhan Erten, Omer Taşar, Haşîm Vesek, Hamza Bozan, Ahmet Beyaz û Îlhamî Îşçî bi giştî 11 kes hatin girtin. Girtî şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.

ÎDIR

Li Îdirê, polîs û jendermeyan danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên 4 Kasim, Karaagaç, Sogutlu û bajarokê Xoşxeber. Di serdegirtinan de Yaşar Çam, Kemal Tûncer, Suleyman Kalkan, M. Salîh Ozturk û endamê Meclîsa Şaredariyê Arîf Çetînkaya hatin binçavkirin.

Hat ragihandin, ku 5 kes ji ber bûne mertalên zindî û çûne Zozanê Korhanê hatine binçavkirin. 5 welatiyên hatin binçavkirin birin Emniyeta Bajêr û Fermandariya Jendermeyan.