Xebatên hilbijartinê li Hannover didomin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo xebatên hilbijartina giştî ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê xebat didomin.

Yek ji wezîfedarên HDP'ê yê sindoqan Erdem Alî Yavrî, bal kişand ku tevlîbûn li gor 7’ê Hezîranê zêdetir e. Yavrî têkildarî xebatan jî got ku wezîfedarên konsolosxaneyê car caran astengiyê ji wan re derdixin.
'EM XWEDÎ LI HDP'Ê DERKEVIN’
Karsazê Kurd Hayatî Kîno jî wiha axivî: "Em wek karsazên li Hannoverê ji bo em nîşan bidin ku li rex HDP’ê ne li vir in. Banga me li hemû Kurd û derdorên demokrat, çep-sosyalîst yên alîgirên azadî-wekheviyê ev e; ji bo HDP’ê deng bidin. Di van rojên zor û zehmet de pêwîst e HDP bi tenê neyê hiştin."
Yek aktîvîstên HDP’ê yê Hannover Mesîr Sarimaden jî wiha axivî: "HDP yekane navnîşana rizgariya ji rejîma dîktator e. Vê tenê em nabêjin, rastiyeke ku hemû cîhan dibîne. Dema ketina nav tevgerê ye. Hemû koçberên hestyar pêwîst e hê xurtir xwedî li HDP’ê derkevin.”