ROJANE
Hemû Nûçe
-
Leşkeran li Licê wesayîta MEYA-DER gulebaran kirin
Li navçeya Licê ya Amedê êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin. -
Ji mertalên zindî yên Licê agahî nayên girtin
Hat diyarkirin ku piştî duh li Licê derketina kolanan hat qedexekirin, li herêma qada Sîsê ya Şehîdgehên Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar lê ne sewqiyateke zêde ya leşkerî ku hatiye kirin piştî sewqiyatê pevçûn derketine. -
Şehîdên aştiyê li Pangalti ya Şîşlî hatin bibîranîn
Koordînasyona Ciwanên HDP’ê di şexsê ciwanên HDP’yî Nûrûllah Erdogan, Guney Dogan, Mûhammed Demîr ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, tevahî şehîdên aştiyê bi çalakiya rûniştinê ya li metroya Pangaltiyê bi bîr anî. -
Ji ÎHD’ê rapora binpêkirina mafan: 12 hezar û 725 îxlal
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe ya têkildarî 9 mehên 2015’an de, diyar kir ku 293 jê zarok 3 hezar û 564 kes hatine binçavkirin û 41 jê zarok 788 kes hatine girtin. -
HDP’ê ji bo hilbijêrên li derveyî welêt vîdeoya bangê weşand
HDP’ê têkildarî Hilbijartina Giştî ya 1’ê Mijdarê vîdeoya bangê ya ji bo hilbijêrên li derveyî welêt hatiye amadekirin weşand. -
Girtiyê nexweş Dînç hat defnkirin
Cenazeyê girtiyê nexweş Huseyîn Dînç ê MKP'î yê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Ihlamurkuyu hat definkirin. -
Siyasetmedarê Kurd Polatsoy serbest hat berdan
Siyasetmedarê Kurd Polatsoy piştî karûbarên îfadeyê hat berdan. Ji Polatsoy pirsa, Ozel nas dike yan na hat pirsîn. Di vê navberê de Ozel jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin. -
Parlamenterên Katalan komkujiya Enqereyê şermezar kirin
Endamên Meclîsa Katalan bi civîneke çapemeniyê komkujiya Enqereyê şermezar kirin. -
Heta biryara ‘derbeyê’ bê kişandin wê Êlihî di nobedê de bin
Li Êlihê ji wezîfegirtina bijartiyan hat protestokirin. -
Li Ewropayê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin
Li bajarên cuda yên Ewropayê, xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dikin. -
Konseya Aştiyê ya Swêd banga bêdengkirina çekan li hikûmeta AKP’ê kir
Konseya Aştiyê ya Swêd a sîwana 11 rêxistinên aştiyê ye bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir. -
PE sersaxî ji HDP’ê re xwest
Serokê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Gîannî Pîttella têkildarî komkujiya Enqereyê sersaxî ji HDP’ê re xwest. -
Balafira Rûs li Islahiyeyê hat xistin
Hat îdîakirin ku li nava sînorên Tirkiyeyê, balafireke Rûs hatiye xistin. -
Li Bedlîs û Îdirê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
Li Beldîsê 2 jê zarok 3 kes, li Îdirê jî 4 kes hatin binçavkirin. -
Hevserokê Dîe Lînke Rîexînge: Yê terorîst Erdogan bi xwe ye!
Di protestoya komkujiya Enqereyê ya li Stûttgartê de, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan bi tundî hat şermezarkirin. -
Hevdîtina Hevserokên HDP'ê û Kiliçdaroglû bi dawî bû
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re li Meclîsê hevdîtin kirin. Di civînê de rewşa dawî hat nirxandin. -
AKP perwerdeya kontrgerîla dide ciwanan!
Derket holê ku hikûmeta AKP'ê, karê rêxistinbûyîna kontrgerîla berfireh kiriye. -
Komkujiya Enqereyê li Grazê hat şermezarkirin
Li bajarê Grazê, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. Ji hikûmeta Awûstûryayê hat xwestin, ku zextê li dewleta Tirk bike. -
Atabay ê li Enqereyê bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Endamê Egîtîm-Senê Atabay ê di komkujiya li Enqereyê de bi giranî birîndar bû jiyana xwe ji dest da. -
Vîdeoya propaganda hilbijartinê ya HDP'ê hat weşandin
Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HDP), vîdeoya xwe ya propagandayê ku wê di kampanya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi kar bîne, weşand. -
Rojnamevan Polatsoy ê binçavkirî: Ez bi komployê re rû bi rû me
Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy, ku medya alîgir hewl dide têkiliya wî bi komkujiya li Enqereyê re deyne, di binê çavan de mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî. Polatsoy ji parêzerên xwe re got, "Ez bi komployekê re rû bi rû me." -
Balûken: Bi komkujiya Enqereyê re AKP'ê bi şer bersiv da agirbestê
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku rola AKP'ê ya di komkujiya li Enqereyê de zelal e û bal kişand ser dema pêkhatina komkujiyê. Balûken got, "Bi komkujiya Enqereyê re AKP'ê bi şer bersiv daye biryara agirbestê ya KCK'ê." -
Ji hevalên Andrea Wolf peyama piştgiriyê
Dostên Enternasyonalîst ên Andrea Wolf/Ronahî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê sivîl û goristanên gerîla yên li Kurdistanê dan û destnîşan kirin, ku ya tê kirin faşîzm e. -
Li Parîsê xebatên ji bo hilbijartinê
Li paytexta Fransa Parîsê û herêma derdora wê, xebatên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dikin. -
Li Arnheîmê qurbaniyên komkujiya Enqereyê hatin bîranîn
Li bajarê Hollanda Arnheîmê, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, meş û merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.