Hevserokê Dîe Lînke Rîexînge: Yê terorîst Erdogan bi xwe ye!
Di protestoya komkujiya Enqereyê ya li Stûttgartê de, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan bi tundî hat şermezarkirin.
Di protestoya komkujiya Enqereyê ya li Stûttgartê de, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan bi tundî hat şermezarkirin.
Di protestoya komkujiya Enqereyê ya li Stûttgartê de, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan bi tundî hat şermezarkirin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, şaxê sendîkaya Ver.di ya Stûttgartê, DÎDF û koma dijber a Projeya 21 Stûttartê, li Meydana Schlossplatzê bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de hat ragihandin ku ji komkujiyê Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û AKP berpirsyar e.
'EGER LI HOLÊ TERORÎST HEBE, EW JÎ ERDOGAN BI XWE YE!'
Hevserokê Partiya Çep (Dîe Lînke) Bernd Rîexînge di axaftina xwe ya li çalakiyê de got, "Êrîşa hat kirin di heman demê de êrîşa bombeyî ya li hemberî aştî, demokrasî û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê bû. Em îro em di şînê de ne hem jî serî radikin. Recep Tayyîp Erdogan ji bo Tirkiyeyê bike rejîmeke dîktator, her tiştê jê tê dike. Bi salane li hemberî Kurdan alîkariyê dide rêxistinên terorê. Bi xwînê dawî li pêvajoya aştiyê anî. Û di ser re radibe ji Kurdan û demokratan re dibêje terorîst in! Eger li holê terorîste hebe ew jî Erdogan bi xwe ye."
BANGA LI MERKEL
Rîexînge anî ziman ku PKK şer naxwaze, lê Erdogan şerekî giran li ser Kurdan ferz dike û dimeşîne û ev bang kir: "Ez vê bangê li hikûmeta Merkel dikim; Em dixwazin ku hikûmeta Merkel bes bi rejîma Erdogan re bixebite û neçe serdana Tirkiyeyê. Weke Partiya Çep em bang li hemû partiyan dikin; piştgiriyê bidin hemû hêzên demokrasî û aştiyê yên li Tirkiyeyê."
'EM Ê DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê
Rîexînge diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinê de ew ê destekê bidin HDP'ê û got, "Ji ber ku HDP yekane hêviya aştî, demokrasî edaleta civakî ya li Tirkiyeyê ye. Partiya me jî wê di pêvajoya hilbijartinê de biçe Tirkiyeyê. Parlamenter wê weke şandeya çavdêriyê di hilbijartinan de amade be."
Di axaftinên li çalakiyê de bang li hilbijêran hat kirin ku di hilbijartinên 12'ê Mijdarê de dengê xwe bidin HDP'ê.