AKP perwerdeya kontrgerîla dide ciwanan!

Derket holê ku hikûmeta AKP'ê, karê rêxistinbûyîna kontrgerîla berfireh kiriye.

Derket holê ku hikûmeta AKP'ê, karê rêxistinbûyîna kontrgerîla berfireh kiriye. Hat ragihandin, ku li hin cotgehên (çiftlik) li herêma Duzce-Sapanca-Adapazari, bi agahdariya dewletê perwerdeya çekê dide ciwanan.

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, ev 'cotgeh' li navçeya Duzel Kaynaşliyê ne û di qeydên fermî de weke 'çiftlikên xwedîkirina hespan' hatine nivîsandin. Ji ciwanên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê tên vê derê re perwedeya 'êrîşê, birîndarkirin, lêdanê, reva ji şopandina polîsan, teknîkên îfadeyê' tên dayîn, ku ev rêbaz weke perwerdeya kontrgerîla tê zanîn.

LÎDERÊN ÇETEYAN Û AKP'YÎ LI VAN DERAN E!

Hat hînbûn ku perwerde ji aliyê kesên ji Emniyetê û Artêşê qut bûne ve tê dayîn û lîderên çeteyan ên destekê ji AKP'ê werdigirin, li vê derê ji ciwanên Ocaxên Osmanî û Baskê AKP'ê yê Ciwanan re diaxivin. Her wiha hat ragihandin ku gelek nivîskarên alîgirê hikûmetê, van herêman ziyaret dikin.

RÊBAZA ÇÎLLER Û AGAR

Tiştekî veşartî nîne ku dewletê ji bo rêxistinbûyînên bi vî rengî mafya û çete xistiye nava tevgerê. Di destpêka salên 1990'î de bi girseyîbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd re, piştî ku artêşa Tirk nikarîbû bi şerê gerîla, dewletê serî li vê 'alternatîfê' dabû. Mînak; di civîneke MGK a sala 1993'an de biryar hatibû dayîn ku mafya nîjadperest-rastgiran were xurtkirin. Mafyayênw eek Abdullah Çatli, Halûk Kirci, birayên Nûrîş, Alaattîn Çakici, ji aliyê Tansû Çîller-Mehmet Agar ve dihatin birêxistinkirin.

VÊ CARÊ ROL DAN SEDAT PEKER

Tê texmînkirin ku AKP'ê jî bi lîderê çete Sedat Peker re têkiliyeke bi heman rengî daniye, ku vî şexsî beriya komkujiya li Enqereyê mîtîngek lidarxistibû û di axaftina xwe ya li vir de gotibû wê xwîn birije.

Hêjayî gotinê ye, bi fermana Erdogan reîsên çete yên di doza Ergenekonê de hatibûn girtin hatin berdan û ji van mafyayan re wezîfeyên nû hatin dayîn.