Konseya Aştiyê ya Swêd banga bêdengkirina çekan li hikûmeta AKP’ê kir

Konseya Aştiyê ya Swêd a sîwana 11 rêxistinên aştiyê ye bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir.

Konseya Aştiyê ya Swêd a sîwana 11 rêxistinên aştiyê ye bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir.

Konseya Aştiyê ya Swêd a sîwana 11 rêxistinên aştiyê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir. Konseyê bang li Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê kir ku bersiva erênî bide însiyatîfa bêçalaktiya ku PKK’ê îlan kiriye û ji nû ve vegerin hevdîtinên aştiyê.

Konseya Aştiyê ya Swêd êrîşa li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê şermezar kir, ji kesên jiyana xwe ji dest dane rehmet û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku hikûmeta Tirk a bi israr polîtîkaya şer dimeşîne û êrîşên li hember HDP’ê gumanan çêdike. Konseyê got: “Em berpirsyarên vê êrîşa hov bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin berpirsyaran derxin pêşberî edaletê û bên darizandin.”

Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku dixwazin lihevnekirinan bi şer çareser bikin, ev jî dibe sedemên ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin û li şûna ku pirsgirêkan çareser bike, birînên kûrtir vedikin û rê li dijmintiya vedikin, çareseriyên aştiyê wê xwişktî û biratiya gelan ava bike û ji ber ve bang li hikûmeta Tirk tê kirin ku bila ji nû ve bi PKK re vegere muzakereyên aştiyê.

KOMELEYA MOR AÛGÎN KOMKUJÎ ŞERMEZAR KIR

Îskender Gabrîelsson Serokê Komaleya Mor Aûgîn a li navçeya Sodertalje ya Stockholm ku lê Asûrî-Suryanî zêde ne, jî daxuyaniyek nivîskî weşand, êrîşa bombeyî ya li hemberî meşa aştiyê ya Enqereyê şermezar kir û daxwaz kir ku kesên talîmata êrîşê dane bila derxînin pêşiya edaletê.

Gabrîelsson ji kesên jiyana xwe ji dest dane re rehmet, malbatan û HDP’ê re jî sersaxî xwest. Gabrîelsson diyar kir ku pirsgirêkên di nav gelan de ne bi pevçûnan bi muzakareyan divê çareser bibin û bang li hikûmeta Tirk kir da ku êrîşên li hember Kurdan bisekinîne.