Şehîdên aştiyê li Pangalti ya Şîşlî hatin bibîranîn
Koordînasyona Ciwanên HDP’ê di şexsê ciwanên HDP’yî Nûrûllah Erdogan, Guney Dogan, Mûhammed Demîr ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, tevahî şehîdên aştiyê bi çalakiya rûniştinê ya li metroya Pangaltiyê bi bîr anî.
ANF
STENBOL
în, 16 kewçêrê 2015, 19:35
Koordînasyona Ciwanên HDP’ê di şexsê ciwanên HDP’yî Nûrûllah Erdogan, Guney Dogan, Mûhammed Demîr ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, tevahî şehîdên aştiyê bi çalakiya rûniştinê ya li metroya Pangaltiyê bi bîr anî. Ciwanên HDP’yî dirûşmên, “Failê Pirsûsê, Qatilê Enqereyê”, “Qatilê Enqereyê, Dagirkerê Kurdistanê” qîr kirin û gotin: “Gotina me ji wan re aştî ye, jiyan e, pêşerojek bîranînên me zindî dimîne û demokratîk e.”
Endamên Koordînasyona Ciwanên HDP’ê li metroya Pangaltiyê hatin gel hev û di şexsê ciwanên HDP’yî Nûrûllah Erdogan, Guney Dogan, Mûhammed Demîr ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, tevahî şehîdên aştiyê bi bîr anîn. Partîzan, EHP, Kolektîfên Xwendekaran di çalakiyê de amade bûn û li pişt pankarta, “Nûrûllah… Guney… Mûhammed… em şehîdên aştiyê bi bîr tînin” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên hevrêyên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn rakirin û dirûşmên, “Qatil dewlet hesab bide”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Failê Pirsûsê, Qatilê Enqereyê”, “Qatilê Enqereyê, Dagirkerê Kurdistanê” hatin gotin. Ser navê Koordînasyona Ciwanên HDP’yî Dara Demîralp daxuyanî xwend.