Hevdîtina Hevserokên HDP'ê û Kiliçdaroglû bi dawî bû
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re li Meclîsê hevdîtin kirin. Di civînê de rewşa dawî hat nirxandin.
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re li Meclîsê hevdîtin kirin. Di civînê de rewşa dawî hat nirxandin.
Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re li Meclîsê hevdîtin kirin. Di civînê de rewşa dawî hat nirxandin.
Kiliçdaroglû bi Cîgirên Serokê Koma xwe Ozgur Ozel û Levent Gok re beşdarî hevdîtinê bû. Hevserokên HDP'ê û Serokê Giştî yê CHP'ê piştî hevdîtinê daxuyanî dan rojnamevanan û bersiv dan pirsan.
KILIÇDAROGLÛ: DAVÛTOGLÛ DI BINÊ BÛYERÊ DE MA Û ECIQÎ
Daxuyaniya destpêkê ji aliyê Kiliçdaroglû ve hat dayîn. Kiliçdaroglû got, "Me fikar û gumanên xwe yên li ser bûyerên diqewimin bi hev re parve kirin" û ji bo Serokwezîr Davûtoglû got, "Birêz Davûtoglû ew şexs e ku di binê giraniya bûyerê de maye û eciqî ye. Bi taybetî, daxuyaniyên wî yên dema dawî li hev nakin. Camêr, bûyer li Enqereyê qewimî! Li cihekî 500 metre dûrî emniyetê qewimî."
Piştî Kiliçdaroglû Demîrtaş daxuyanî da. Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke gelekî bi keser re derbas dibe û her kes travmayeke giran dijî. Demîrtaş got, "Êşa malbatên PKK'yî, leşker, polîs û sivîlan heye. Hemû êş êşên me yên hevpar in. Ne heq e ku yên mayî van êşan bikişînin. Em siyasî neçar in çareseriyê biafirînin. Naxwe ti wateya mayîna me ya li van meqaman nîne."
DEMÎRTAŞ: EM ALÎGIRÊ DIYALOGÊ
Demîrtaş diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan ew her tim alîgirê diyalogê ne û got, "Weke HDP, kî ji aliyê diyalogê ve gavekê biavêje, em ê bi 10 gavan xwe nêzî wan bikin. Em vê yekê weke wezîfeyekê ji xwe re dibînin. Em ji bo vê hatin hilbijartin. Siyaset ji bo vê heye."
Der barê hevdîtina bi Kiliçdaroglû de Demîrtaş got, "Me ji Birêz Kiliçdaroglû re ragihand ku em hewldanên piştî komkujiya Enqereyê erênî dibînin."
Demîrtaş da xuyakirin, ku Serokwezîr Davûtoglû, bi helwesteke dûrî ji hesabdayînê re her kesî sûcdar dike û got, "Birêz Kiliçdaroglû, helwesteke têgihiştî ya li gorî berpirsyariya mûxalefeta bingehîn, nîşan da."
Demîrtaş anî ziman ku ew ne partiyeke ji diyalogê girtî ne û got, "Hewldanên bi vî rengî wê ji aliyê partiya me ve bidome. Deriyên me ji bo her kesên aştî û diyalogê dixwaze wê her tim vekirî be."
'HAYA SEROKWEZÎR JI XWE NÎNE KU EW BI XWE BERPIRSYAR E'
Demîrtaş bersiv da pirsên rojnamevanan û der barê gotina "Demîrtaş eger lêborînê bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim" a Davûtoglû de ev bersiv da: "Tirkiye di pêvajoyeke derbasbûnê de ye. Pêvajoyeke welê ya derbasbûnê ye, ku ji aliyê serokwezîrekî demî ve tê birêvebirin û haya vî serokwezîrî ji xwe nîne ku ew bi xwe berpirsyar e û divê lêborînê bixwaze. Hînê li benda me ye ku em lêborînê bixwazin. Heta roja îro me 99 cenaze rakir, radibe ji partiyeke ku 99 cenaze rakiriye dibêje, bila lêborînê bixwaze. Divê ew bi xwe lêborînê ji civakê bixwaze. Divê ji civakê re bêje, ji ber ku komkujî 1 kîlmetre dûrî Serokwezaretiyê, 500 metre dûrî emniyetê qewimî, ji ber ku 'me nikarîbû we biparêzin' em lêborîna xwe ji we dixwazin. Lê belê hînê ji me benda lêborînê ye. Xwedê aqil bide wî, wekî çi bêjim."
Ji bo pirsa li ser kiryarên komkujiyê jî Demîrtaş anî ziman ku Dozger di roja destpêkê de ji wan re gotiye ku pêwendiya kiryar bi komkujiyên li Amed û Pirsûsê re heye û got, "Dozgerekî ji hiqûqê bawer dike û karibe lêpirsîneke adîl bimeşîne, wê hêzên li pişt vê komkujiyê ronî bike. Bi tenê bila siyaset dest lê wernede. Me 99 kes winda kir. Kîjan hiqûq, kîjan dozger dikare vê yekê ji nedîtî ve were. Eger zextek li ser wan hebe bila rabin bêjin, ku em ê weke civak li dora dozgeran bicivin. Eger bê lêpirsîn wê têkiliyên bi Enqere, Dîlok, Reqqa, Helep bi hemûyan re derkeve holê. Wê derkeve holê ku di nava dewletê ji kê hêz wergirtine, ji çê çek wergirtine, siyasetên têkiliya xwe bi wan re heye. Êrîşkarên bombeyî ji ku hatibin jî, berpirsyariya siyasî hikûmet e."
Demîrtaş diyar kir ku DAIŞ di nava dewleta Tirkiyeyê de xwedî têkiliyeke gelekî xurt e û got, "Davûtoglû heta jê tê dibêje 'qelsiya dewletê nîne'. Ev yek fikarên me zêdetir dike. Li gorî kîjan lêpirsînê radibe vê dibêje? Lêpirsîn hînê neqediya ye. Tu weke Serokwezîr ji ku ve dizane dewlet di nav de nîne."
'SEROKWEZÎREK ANCAX EWQASÎ NIKARE LI BER XWE BIKEVE'
Demîrtaş da xuyakirin ku desthilatdarî HDP'ê sûcdar dike û got, "Komkujiyek ancax dikare bi vî rengî were berevajîkirin. Serokwezîrek ancax ewqasî nikare li ber xwe bikeve."
Demîrtaş banga "em êşên xwe bikin yek" li civakê kir û herî dawî got, "Di sînga kê de dil hebe, di hundirê wî dilî de wijdan hebe, em pê re xwişk û bira ne."