Hat diyarkirin ku piştî duh li Licê derketina kolanan hat qedexekirin, li herêma qada Sîsê ya Şehîdgehên Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar lê ne sewqiyateke zêde ya leşkerî ku hatiye kirin piştî sewqiyatê pevçûn derketine.
Li 49 taxên navçeya Licê ya Amedê ku duh bi şev rewşa awarte hat îlankirin, ji duh êvarî ve li herêma qada Sîsê ya Şehîdgehên Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar lê ne sewqiyateke zêde ya leşkerî tê kirin. Hat diyarkirin ku leşkerên şehîdgeh dorpêç kirin bi çekên giran êrîş pêk anîn, piştî bersiva gerîlayan pevçûnan rû da.
Ji Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ku dengên çekan û dûman bilind dibe, ji mertalên zindî yên li herêmê agahî nayên girtin. Li navenda navçeyê jî gel qedexeya derketina kolnan nas nekir û herikî kolanan. Polîs û tîmên taybet ku ketin û derketina navçeyê girtine, destûr nadin doktor biçn nexweşxaneyan û dermanxane bên vekirin.
Piştî pevçûnên dijwar ên li herêmê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Edîp Berk û Hevserokê DBP’a Bajêr Alî Şîmşek ên hatin navçeyê bi qeymeqam re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtînê û lêkolînên li navçeyê Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken daxuyanî da.
Balûken diyar kir ku li qadên operasyon tên lidarxistin mertalên zindî hene û bi tevgera leşkerî ya zêde re sivîl di bin êrîşan de ne. Balûken diyar kir ku di hevdîtina bi qeymeqam re, qeymeqam gotiye ku tiştê rû didin ji derveyî rayeya wî pêk tên.
Balûken anî ziman ku êrîşên li hember "Şehîdgehan" wê aloziyan mezintir bike. Balûken destnîşan kir ku tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê jî êrîşên li hember nirxên pîroz û pevçûn didomin. Balûken da xuyakirin ku tê xwestin heta hilbijartinan atmosfera şer were kûrkirin.