Girtiyê nexweş Dînç hat defnkirin
Cenazeyê girtiyê nexweş Huseyîn Dînç ê MKP'î yê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Ihlamurkuyu hat definkirin.

Cenazeyê girtiyê nexweş ê Endamê Partiya Komunîst Maosît (MKP) Huseyîn Dinç ê ku li 1'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê jiyana xwe ji dest da hat definkirin. Ji bo Dînç li Cemxaneya Pîr Sultan Abdal a Umraniyeyê merasîm hat lidarxistin. Ligel malbata Dînç AKADER, HDP, ESP, Partizan, KÖZ, DHG, DHF û gelek kesên din tevlî merasîmê bûn. Piştî wecîbeyên olî û rêzgirtinê cenazeyê Dînç bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Şehîdên şoreşê rûmeta me ne" û "Rêheval Huseyîn nemir e" bi meşê birin Goristana Ihlamurkuyu û piştre hat definkirin.