ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojhat Kavak li Zurîhê hat bîranîn
Rojhat Kavak ê êvara 5’ê Cotmehê li Swîsreyê dawî li jiyana xwe anî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê (DEM-KURD) hat bîranîn. -
HDP’yiyan rêxistinên ked û demokrasiyê ziyaret kirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana rêxistinên ku di qetlîama Enqereyê de endamên xwe winda kirine. -
Li Îzmîrê kampanyaya ‘Dengê me ji hêviyê re’ hat destpêkirin
Li Îzmîrê Pêkhateya “Dengê me ji hêviyê re” ya ji dilxwazan pêk tê li Navenda Çandê ya Karakedî bi dirûşma, “dengê min ji hêviyê re” civînek li dar xist, ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de jî çi bê kirin forûmek pêk anî. -
'Ji bo avakirina maseya çareseriyê em dengên xwe bidin HDP’ê'
Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê li Ewropayê didomin. -
Li New Yorkê protesto: Em qatilê li Enqereyê nas dikin!
Li bajarê New York ê DYA, Komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Ji Davûtoglû ji hilbijêrên Ewropayê re nameya korsan
Hefteya bihurî hilbijêrên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê di qutiyên postayê yên xwe de bi nameyeke ku ji aliyê serwîsa înfopost a navneteweyî “Deutche Post” ve li ser navê Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ve hat şandin re rû bi rû hatin. -
Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê komkujiya Enqereyê şermezar kirin
Hunermendên endamên TEV-ÇAND'ê li paytexta Fransa Parîsê civiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. -
Çete li Dîlok û Kîlîsê tên dermankirin
Bi dehan çeteyên di bomberdûmana Rûsyayê ya li bajarên Heleb, Hama, Hûmûs, Şam û Îdlîpê birîndar bûne, ji bo werin dermankirin tînin nexweşxaneyên li Dîlok û Kîlîsê. -
Medvedev: DYA ku daxwaza me ya ji bo Sûriyeyê red kir ehmeqî ye
Serokwezîrê Rûsya Dmîtriy Medvedev, bi armanca pêkanîna koordînasyoneke bi bandor a di têkoşîna li hember terorê de ku teklîfa şandina heyeteke Rûs a Washingtonê ji aliyê DYA ve hat redkirin wek ‘ehmeqîyekê’ bi nav kir. -
Di hefteya 1. a komkujiyê de bîranîn: Em di şînê de ne, em ê ji bîr nekin
Kedkarên ku li Enqereyê bi hevkariya AKP-DAIŞ'ê hatin qetilkirin, di hefteya destpêkê ya komkujiyê de bi qurnefîlan hatin bîranîn. -
Li Riha û Mûşê 12 kes hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP li hemberî HDP û DBP'ê dimeşîne, dewam dike. -
Ji RSF'ê rapora 'pirsgirêka Kurd'
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, di lêkolîneke xwe ya berfireh a li ser pirsgirêka Kurd de bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê. -
Li Geverê şerekî giran heye
Li bejahiya gundê Şitazin ê Geverê, şerekî dijwar diqewime. Ji 4 şivanên li herêmê ev du roj in agahî nayê girtin. -
HDP sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike
HDP a ku ji ber şînê hemû mîtîng û çalakiyên xwe yên bi muzîkê betal kiribû, sibe dest bi xebatên hilbijartinê dike. -
Bombevan li Şaredariya AKP'yî karmendekî kadro ye
Derket holê, yek ji bombevanên li Enqereyê Omer Denîz Dundar û bombevanê li Pirsûsê Şeyh Abdurrahman Alagoz, ji ber têkiliya bi 'El Qaîde' re dihatin lêpirsîn, lê ev lêpirsîn bi biryara neşopandinê, hatiye sekinandin. -
Li Mûşê şerê dijwar
Ji ber operasyona li herêma di navbera navçeyên Kop û Gimgime de, hat ragihandin ku li derdora gundê Kaniya Mêra teqînan rû dane. -
HDP'ê Komeleya Kuresunniyan ziyaret kir
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê û namzetên parlamenteriyê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Dîroka Kuresunniyan ziyaret kirin. -
Hilbijêrên li Elmanyayê bi konvoyan diçin ser sindoqan
Li gelemperiya Elmanyayê, hilbijêr wê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, bi konvoyan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. -
Partiya çep û rêxistinên civakî yên Fransayê qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn
Li bajarê Thîonvîlle yê li rojhilatê Fransayê, bi dehan rêveber, sempartîzanên partiya çep a Fransayê, rêveberên komeleyan û Kurdistanî hatin cem hev û bi dirûşma "Em ê bi aştiyê re şer têk bibin" bîranînek lidar xistin. -
Li Erzîromê 4 rêveberên DBP û HDP'ê hatin girtin
Ji 14 kesên di serdegirtina malan de li Avnîk a Erzîromê hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin. -
Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê dewam dikin
Li bajarê Awûstûrya Înnsbruck û li bajarê Elmanya Darmstadtê, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. -
Li Tokyoyê şeva piştgiriya HDP'ê
Li paytexta Japonya Tokyoyê, ji bo destekkirina HDP'ê şevek hat lidarxistin. -
Li Leîden û Alkmaarê çalakiyên ji bo hilbijartinê
Li bajarên Hollanda Alkmaar û Leîdenê, ji bo HDP'ê çalakiyên piştgirîdayînê hatin lidarxistin. -
Gel li Frankfûrtê li ser sindoqan e
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê hilbijêr li ser sindoqan e. -
'Pêvajoya aştiyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê diyarker e'
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom diyar kir ku dijwarbûna şer, zext û êrîşên li hemberî rojnamevanan ên li Tirkiyeyê, cihê fikaran e.