Çalakiyên ji bo şermezarkirina komkujiya Enqereyê dewam dikin

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruck û li bajarê Elmanya Darmstadtê, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin.

Li bajarê Awûstûrya Înnsbruck û li bajarê Elmanya Darmstadtê, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin.

ÎNNSBRUCK

Li bajarê Înnsbruck ê eyaleta Tîrol a Awûstûryayê, bi pêşengiya Bloka Aştiyê ya ji saziyên Awûstûryayê, çalakiyek hat lidarxistin û mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Çalakî dane êvarê li meydana peykerê Annasaule lê ye, destpê kir. Tevî rewşa nebaş a hewayê jî bi qasî hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê Şaredarê Înnsbruckê Alîkara Şaredar Sonja Pîtscheîder li vir peyivî Pîetscheîder di axaftina xwe de giranî da ser aştiya cîhanê û komkujiya li Enqereyê şermezar kir.

Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî endamê Meclîsa Şaredariyê Mesût Onay peyivî.

Piştî axaftinan, girseya gel dest bi meşê kir. Balkêş bû ku di meşê de ti al û flame nehatin hilgirtin. Bi tenê pankarta bi nivîsa 'Me aştî xwest, wan em kuştin' hat hilgirtin. Çalakiya şermezarkirinê, piştî meşê bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Elmanya Darmstadtê jî, konê ku ji roja Duşemê û vir ve ji bo teşhîrkirina komkujiya li Enqereyê hat vedan, duh êvarê bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Li standa ku bi hevkariya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li Lûîsenplatzê hat vedan de, tevahiya hefteyê li ser komkujiyê agahî hat dayîn.

Piştî çalakiya standê ya 5 rojan, duh saet di 18:00 de meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên li vê derê de hat ragihandin ku tevî komkujiya li Enqereyê dewlet li Kurdistanê êrîşî aştî û biratiyê dike û wê hesabê vê were pirsîn.

...