'Pêvajoya aştiyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê diyarker e'

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom diyar kir ku dijwarbûna şer, zext û êrîşên li hemberî rojnamevanan ên li Tirkiyeyê, cihê fikaran e.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pirsên parlamenteran ên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û diyar kir ku dijwarbûna şer, zext û êrîşên li hemberî rojnamevanan ên li Tirkiyeyê, cihê fikaran e. Wallstrom destnîşan kir ku vegera li pêvajoya aştiyê, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û nêzbûna Tirkiyeyê ya li Yekîtiya Ewropayê diyarker û girîng e.

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh û Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn, bi pêşnûmeyên xwe re bal kişandin ser zext, êrîş û binpêkirinên mafên mirovan ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo sekinandina şer û vegera li muzakereyên aştiyê ji Swêdê xwestin bikeve nava tevgerê.

Di rûniştina pêr a parlamentê de Wallstrom bersiv da pirsên li ser Tirkiyeyê û anî ziman ku ew qewimînên li Tirkiyeyê bi fikar dişopînin. Wallstrom diyar kir ku wan li hemberî şîdeta di navbera PKK û dewleta Tirk de dijwar bûye çend caran helwesteke zelal nîşan dane, êrîşên li hemberî avahiyên partî û rojnameyan şermezar kirine û bang li PKK û Tirkiyeyê kirine û çekê deynin aliyekî û careke din li hevdîtinên aştiyê vegerin.

'VEGERA LI MUZAKEREYAN WÊ ARAMIYA LI HERÊMÊ XURT BIKE'

Wallstrom da zanîn ku vegera li muzakereyê, li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî wê li Iraq, Sûriye û tevahiya herêmê aramiyê xurt bike û ragihand, ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê dînamîkên civaka Tirkiyeyê raxistine pêş çavan û ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê hêzek e.

Wallstrom ragihand, ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava rewşeke adîl û azad de de pêk were, berpirsyarî dikeve ser milê hemû hêzên li Tirkiyeyê û anî ziman, ku ji bo pêkhatina vê jî wê Swêd çavdêran ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê bişîne.

Wallstrom bibîr xist ku wê di meha Tebaxê de bi Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re li Stockholmê hevdîtin kiriye û diyar kir ku bi hikûmeta Tirk, partiyên mûxalefetê û Selahattîn Demîrtaş re timlî li ser rewşa Tirkiye û herêmê axivîne.

Parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn jî da xuyakirin ku ew gotinên Wallstrom ên li ser girîngiya pêvajoya aştiyê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê erênî dibîne, lê belê li şûna gotinên giştî yên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê li bendê bû ku hikûmeta Tirk yekser rexne bike.

ERDOGAN, LI ŞÛNA DAIŞ'Ê ÊRÎŞÎ GEL Û PKK'Ê DIKE

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî ragihand, ku her çend wê daxuyaniyên Wallstrom erênî dîtibe jî, bersiva pirsên xwe wernegirtiye û got, "Erdogan li şûna gefa herî mezin DAIŞ'ê, êrîş gelê xwe û PKK'ê dike. Lewma divê hêviyeke zêde ji Erdogan neyê kirin. Ji ber bomberdûmanên li hemberî PKK'ê tên kirin, gelê sivîl zerarê dibîne. Bomberdûma bi rastî jî ne li hemberî PKK'ê, li hemberî gelê Kurd tên kirin. Gelê Kurd û gelek mirovên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê vê yekê bi vî rengî fêm dikin. Lewma rola ku Swêd bilîze, girîng e."

Kakabaveh bal kişand ser êrîşên bombeyî yên piştî 7'ê Hezîranê li hemberî gelê Kurd û hêzên demokrasî û azadiyê hatin kirin û bibîr xist ku di êrîşa herî dawî de zêdeyî sed kesan jiyana xwe ji dest dan. Kakabaveh ji Wallstrom pirsî, ku Swêd ji bo dawî li van êrîşan were anîn, planeke xwe heye yan na.

HEVDÎTINA BI DEMÎRTAŞ RE, PEYAMA JI CÎHANA DERVE RE BÛ

Wallstrom da xuyakirin, ku bi rêya Yekîtiya Ewropayê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û pêkhatina reformên şênber, ew dixebitin û got, "Weke ku hûn dizanin, di bersiva xwe de min got ku di meha Tebaxê de bi Demîrtaş re min hevdîtin kir. Ev yek nîşan dide ku em encamên hilbijartinê û serketina mezin a HDP'ê qebûl dikin. Bi wî re em li avahiya Wezareta Karên Derve re rûniştin. Ev yek ji bo pîrozkirina wî û HDP a yekemcar e cihê xwe di parlamentê de girt, civîneke gelekî xurt û girîng bû."

Wallstrom anî ziman ku wê bi Demîrtaş re civîneke çapemeniyê ya serketî û gelekî baldar pêk aniye û got, "Ji wê demê heta niha, mixabin tiştên gelekî nebaş bûn. Şerê li Sûriyeyê sînor derbas kir û rîsk heye ku li Tirkiyeyê biqewime. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de roleke girîng a Tirkiyeyê heye... Me dît uk li hemberî rojnameyan û avahiyên partiyê êrîş hatin kirin û şewitandin."

Piştre Jabar Amîn mafê axaftinê wergirt û ji ber pêşwazîkirina lîderê HDP'ê Demîrtaş û girîngîdayîna HDP'ê, spasiyên xwe pêşkêşî Wezîra Karên Derve kir.

'MIROV MERAQ DIKIN KU WÊ XELATA NOBELÊ KENGÎ JI OCALAN RE BÊ DAYÎN'

Amîn anî ziman ku PKK piraniya Kurdên li Kurdistana Tirkiyeyê temsîl dike û got, "Lê mixabin cîhana derve, mîna Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê û ANC, îro jî PKK'ê weke rêxistina terorê dibîne. Lîderên van rêxistinan hemûyan Xelata Aştiyê ya Nobelê girtin. Mirov niha meraq kirin, ku Xelata Nobelê wê kengî ji Ocalan re bê dayîn."

Amîn bal kişand ser girîngiya ji nû ve danîna diyaloga dewleta Tirk bi PKK'ê re û ji Wallstrom xwest, ku ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bi însiyatîf tevbigere û bi PKK û dewleta Tirk re hevdîtinê bike.

Wallstrom anî ziman ku ne rast e bi zorê hevdîtin li ser aliyan bê ferzkirin, ya rast ew e ku ew bi xwe ji nû ve li muzakereyên aştiyê vegerin û destnîşan kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo pêşketina aborî û siyaseta Tirkiyeyê gelekî girîng e.

...