ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mexdûrê gaza Sarînê Hasan: El Nûsra êrîş kir, ne Esad
Derket holê ku Eniya El Nûsra ya li Sûriyeyê, gaza Sarînê ji Tirkiyeyê peyda kiriye. Yek ji mexdûrên vê çeka kîmyewî Elewiyê ji Helebê Kemal Hasan ji ANF'ê re axivî. -
Girtî ji Wanê sirgûnî Rîzeyê hatin kirin
11 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin, bêyî malbatan pê bihesin sirgûnî Girtîgeha Tîpa L ya Rîze Kalkandere hatin kirin. -
Bavê 'bombeyê zindî' Abdulkadîr Gozukara yê lê tê gerîn: Dibe ku kurê min niha li Tirkiyeyê be
Bavê Abdulkadîr Gozukara ku di nava lîsteya bombeyên zindî ya dewletê de navê wî jî heye, Hasan Gozukara diyar kir ku kurê wî li kampa AFAD'ê DAIŞ nas kiriye û tevlî karê wan bûye. -
Hevseroka FEDA: Divê hemû can biçin ser sindoqan
Hevseroka FEDA'yê Bemal Ozdemîr bang li Elewiyan kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ji 25'ê Cotmehê re demeke kurt maye. Girîng e hemû can, ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bidin HDP'ê." -
Xebatên ji bo hilbijartinê li Mîlano qediyan
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Koordînasyona Hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê qedand. -
ABDEM: Li dijî dîktatorî û şer, em dengê xwe bidin HDP'ê
ABDEM'ê bang li gelan kir ku li dijî dîktatorî û şer, ji bo aştî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê û diyar kir, ku Erdogan û AKP ên encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekirin, welat xistine nava şer. -
Li hember standa HDP’ê êrîşa polîsan
Li Cadeya Îstîklalê, polîsan êrîş birin ser standa HDP’ê, 2 kesên li standê jî binçav kirin. -
Demîrtaş, Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir
Serokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Umraniyeyê Komeleya Koçgîrî-Îmranli ya Çandê ziyaret kir. -
Tirkiyeyê gaza Sarîn daye El Nusra
Derket holê ku madeya xam a gaza Sarîn a li Sûriyeyê bû sedema mirina bi hezaran kesan di kontrola dewleta Tirk de bi agahiya emniyet û îstixbaratê ji El Nusra û Ahrar-ı Şam a li Sûriyeyê re hatiye şandin. -
Demîrtaş xwe îxbar kir: Ez li wir bûm
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li hember dozên ku li dijî parêzeran tên vekirin ji bo nerazîbûna xwe nîşan bide, li Edliyeya Stenbolê bi cubeyê daxuyanî da û xwe îxbar kir. -
OHD: Komkujiya Enqereyê ne li derveyî agahiya dewletê bû
OHD'ê rapora xwe ya li ser Komkujiya Enqereyê aşkera kir. Di raporê de bal hat kişandin ser têkiliya dewletê ya bi komkujî û qetlîamkeran re. -
'Gefa Torosên spî, sînyala komkujiyê ye'
Parlamenterê HDP'ê Kurkçu diyar kir ku Davûtoglû sînyala komkujiyên nû daye. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan jî destnîşan kir, ku wesayîtên bi marka Ranger ên reş ketine şûna Torosên spî." -
Li Geverê şer giran e, bomberdûman dewam dike
Geliyê Doskî, Oremar, Şitazin, Çarçela yên Geverê û herêma Avaşînê, ji aliyê bombeyên şer ve tên bombekirin. -
Dengdayîna li Hollandayê destpê kir
Li Hollandayê, dengdayînê îro destpê kir. -
Demîrtaş: DAIŞ, çi ji dest tê ji bo AKP'ê dike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş diyar kir ku di operasyonên dawî yên li der barê DAIŞ'ê de kesekî bi tenê jî nehatiye girtin û got, "DAIŞ li vî welatî dikare bi hêsanî bixebite. Di vî warî de astengî nîne, ji aliyê desthilatdariyê ve tê parastin." -
Li Nîgdeyê 3 xwendekar hatin binçavkirin
Li Nîgdeyê di operasyona qirkirina siyasî de 3 xwendekar hatin binçavkirin. -
Bombevanê zindî: Em ji deriyê sînor ê ji bo DAIŞ'ê hatibû vekirin derbasî Sûriyeyê bûn
Mahmût Gazî Tatar, endamekî DAIŞ'ê yê ji Semsûrê ye. Di meha Hezîranê de, di operasyona YPG'ê ya li Girê Spî de hat girtin û niha li Rojava girtî ye. -
Li Osmaniyeyê 10 HDP'yî hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê li Osmaniyeyê jî dewam kirin. -
Li Agirî, Erzîrom, Bedlîs û Farqînê operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî yên li Agirî, Qereyazî, Tetewan, Xîzan û Farqînê dewam kirin. -
Konferansa Kurd a Navneteweyî bi dawî bû
4. Konferansa Kurd a Navneteweyî, ku her sal bi serenavên cuda li paytexta Rûsya Moskowayê pêk tê, îsal bi mijara "Li dijî DAIŞ'ê, perspektîfa avakirina koalîsyona têkoşînê ya navneteweyî" hat lidarxistin. -
Ciwanan komkujiya Enqereyê protesto kirin
Endamên Ciwanên Azad Hollanda, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê çalakiyek lidar xistin. -
Dengdayîna li Hollandayê îro destpê dike
Li Hollandayê, xebatên hilbijartinê yên HDP'ê dewam dikin. Li Nîjmegenê civîna gel, li Deventerê jî panelek hat lidarxistin. Di civînan de ji bo dengdayîna îro li Hollandayê destpê dike, banga li hilbijêran hat kirin ku biçin ser sindoqan. -
Ji DEM-KURD'ê banga hilbijartinê: Bi ruhê seferberiyê em bersivê bidin
DEM-KURD'ê banga seferberiyê li hilbijêrên li Ewropayê kir. Hevserokê DEM-KURD'ê Fûat Komur bang li pêkhateyên HDP'ê kir ku bi pêngaveke şoreşgerî tevlî dengdanê bibin. -
Îdîanameya têkildarî qetilkirina Dînk îadeyî dozgeriyê hat kirin
Îdîanameya têkildarî qetilkirina Hrant Dînk bi sedema kêmasî tê de hene îadeyî dozgeriyê hat kirin. -
Ji pêkhateyên HDP’a Hamburg banga seferberiyê
Pêkhateyên HDP’a Hamburg ku daxuyaniyeke nivîskî weşandin, banga serferbertiyê li dilxwazin HDP’ê kirin.