ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDP: Qutbûna elektrîk û înterneta li Colemêrgê tesadufî ye?
HDP'ê qutbûna elektrîk û înternetê ya li Colemêrgê xist rojeva Meclîsê. Di pêşniyar pirsa HDP'ê de hat gotin, "Li cihên ku partiya me dengekî zêde bi dest dixe, gelo qutbûna înternet û elektrîkê rewşeke rasthatî ye?" -
Heyeta Rojava li Moskowayê bi xwendekarên zanîngehê re rûnişt
Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi xwendekarên zanîngehê re civiya. -
Onder: Agahiyên nû yên li ser sûîqest û êrîşan, fikarên me zêde kirin!
Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder got, "Aştî gava herî girîng e ku wê AKP'ê biqedîne" û destnîşan kir, ku ji ber vê rastiyê, biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê li eniya hikûmetê bersiva xwe nedîtiye. -
Li Agirî 13, li Rihayê 5 binçavî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve tên meşandin de li Agirî 13 kes, li Serêkaniyê jî 5 kes hatin binçavkirin. -
YSK, dem û pîvanên dengdayînê aşkera kir
YSK, dema dengdayîna ji bo hilbijatrinên 1'ê Mijdarê aşkera kir. Li gorî vê yekê, tevî bajarên Kurdistanê li 32 bajaran dengdayîn wê saet di 07:00 de destpê bike û saet di 16:00 de bi dawî bibe. -
Heyeta Rojava li Moskowayê bi Partiya Lîberal re hevdîtin kir
Heyeta Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi Partiya Demokratîk a Lîberal a Rûyayê re hevdîtin kir. -
Komkujiya Enqereyê wê bikeve rojeva NY
Komkujiya li Enqereyê wê bibe mijara civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY). -
Çeteyê DAIŞ'ê yê girtî: MÎT'ê li sînorê Til Ebyadê çek da me
Çeteyê DAIŞ'ê M.H. ê di operasyona YPG/YPJ a Til Ebyad (Girê Spî) de hat girtin, hevkariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê vegot. -
Li Viyanayê civîna li ser Sûriyeyê
Rûsya, DYA, Erebîstana Siûdî û Tirkiye, li paytexta Awûstûrya Viyanayê îro civînekê li ser rewşa li Sûriyeyê lidar dixin. -
Operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Mêrdîn û Manîsayê dewam kirin
Li Stenbolê polîsan avêtin ser gelek malan. Li Stenbolê ciwanek hat binçavkirin û li Manîsayê jî ji 14 kesên hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin. -
Komkujiya Enqereyê li Şîlî û Arjantînê hat protestokirin
Li ser banga Partiya Komunîst a Arjantînê û UCA (Unipon Cultural Armania) Yekîtiya Çandê ya Ermeniyan, girseya gel li Kolana Federîco Lacroze civiya, heta ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Arjantînê meşiya. -
Li Geverê leşker li herêma operasyonê tên civandin
Li herêma Geliyê Doskî ya Geverê, operasyon û şerê di 4'ê Cotmehê de destpê kir, dewam dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji hewayî ve leşker, çek û cebilxane ji bo herêmê tên veguhastin. -
HDP li Swêdê xwedî îdîa ye
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li Swêdê wê di dawiya vê hefteyê de dengê xwe bi kar bînin. -
Li derveyî welêt saetên dengdayînê ji bo dawiya hefteyê hatin guhertin
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dengdayîna li derveyî welêt didome. 24’ê Cotmehê Şemiyê û 25’ê Cotmehê Yekşêmê saetên dengdayînê yên li derveyî welêt hatin guhertin. -
Li Îdirê kesek hat girtin, li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
Endama Meclîsa Daîmî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Sozda Gokçe li Îdirê hate girtin. Li Cizîrê jî, polîsan wesayîtek sekinandin û 3 kes binçav kirin. -
Hêzên YPG / YPJ’ê bersiva pêwîst dan êrîşên çeteyan
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku YPG’ê bersiva pêwîst daye êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 19, 20 û 21’ê Cotmehê ji baregehên xwe yên li Cerablûs û Reqa bi hawan û çekên giran li dijî çeperên hêzên wan pêk anîne. -
Li Zanîngeha Essen fîlmê Nû Jîn hat nîşandan
Belgefîlmê Nû Jîn ê berxwedana Kobanê dike mijar bi organîzasyona Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) li Zanîngeha Duîsburg-Essen hat nîşandan. -
Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê: Operasyonan rawestînin, bi Ocalan re hevdîtinê bikin
Endamên TBM bang li hikûmeta AKP'ê ya li gel biryara KCK'ê ya "bêçalaktiyê" operasyonên leşkerî û siyasî didomîne kir û got, operasyonan rawestînin û ji bo careke din li pêvajoya şer venegerin jî bi Ocalan re dest bi diyalogê bikin. -
'Divê li dadgehê li Birêz Ocalan bê guhdarîkirin'
Doza ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tên darizandin, bi rûniştina îro dewam kir. Di rûniştinê de parêzeran xwestin, li Ocalan bê guhdarîkirin. -
Demîrtaş: Em ê AKP û Qesrê hezar carî poşman bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Kuçukçekmeceyê, li Salona Dawetê ya Klas ji gel re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê di 1'ê Mijdarê de AKP û Erdogan hezar carî poşman bikin. -
Namzetên HDP'ê yên Aksarayê li pirsgirêkên gel guhdarî dikin
Namzetên HDP'ê yên Aksarayê, xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetên ku li gilî û gazinên jinan guhdarî kirin, bi hilberîner û xebatkaran re li ser pirsgirêkên aboriyê axivîn. -
Li Hatay û Colemêrgê 4 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li Hatayê 4 kes hatin girtin, li Colemêrg jî 3 kes hatin binçavkirin. -
'Ji bo hesap ji AKP'ê bê pirsîn divê hilbijêrên li Fransayê biçin ser sindoqan'
Hevserokê CDK-F Rustem Ozay bang li hemû hilbijêrên li Fransayê dijîn kir, ku li benda 25'ê Cotmehê nemînin, biçin ser sindoqan û got, "Ancax bi vî rengî em dikarin xwe ji faşîzma AKP'ê rizgar bikin." -
Heyeta Bakurê Kurdistanê hevdîtinên li Moskowayê didomîn e
Heyeta Bakurê Kurdistanê ya ji bo Konferansa Kurd a Navneteweyî hat Moskowazyê, hevdîtinên xwe didomîne. -
Endamê DAIŞ'ê yê girtî: Cemaeta Îsmaîlaga min şand nava DAIŞ'ê
Komên ji aliyê AKP'ê ve tên parastin, di destpêkê de endaman tepsît dikin, dûre wan tevlî 'sohbetan' dikin, piştî ku wan amade dikin, berê wan didin nava DAIŞ, Nûsra, Artêşa Fetîh an jî çeteyên din.