Endamê DAIŞ'ê yê girtî: Cemaeta Îsmaîlaga min şand nava DAIŞ'ê
Komên ji aliyê AKP'ê ve tên parastin, di destpêkê de endaman tepsît dikin, dûre wan tevlî 'sohbetan' dikin, piştî ku wan amade dikin, berê wan didin nava DAIŞ, Nûsra, Artêşa Fetîh an jî çeteyên din.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 22 kewçêrê 2015, 10:48
Komên ji aliyê AKP'ê ve tên parastin, di destpêkê de endaman tepsît dikin, dûre wan tevlî 'sohbetan' dikin, piştî ku wan amade dikin, berê wan didin nava DAIŞ, Nûsra, Artêşa Fetîh an jî çeteyên din. Ev çerx, bêyî li astengiyan rast bê, her digere. Lê belê gava rawestgeha dawî YPG be, hingî qurbanên vê çerxê ji xewnê hişyar dibin.
JI ÎSMAÎLAGA BER BI ARTÊŞA ÎSLAMÊ VE
Ramazan B. ji gundê Ortacik ê navçeya Konya Akşehîrê ye. Ji malbateke xizan a ji 5 zarokan, yê herî biçûk e. Dibêje ku tiliya xwe ya mezin û işaretê yên destê rastê di helezonê de winda kiriye. Ji bilî gund û Akşehîrê, mehekê li Antalyayê maye. Li Konyayê di febrîqeyekê de dest bi kar dike. Li Akşehîrê deng daye MHP'ê, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê jî deng daye AKP'ê. Yek ji kesekî ji rêzê yê Anatoliya Navîn e, bi tenê nimêja Înê dike.
Ramazan dema dest bi karê febrîqeyê dike, serpêhatiya 'cîhadê' ji bo wî destpê dike.
Ramazan B. ê li Rojava girtî ye, ji nûçegihanên ANF'ê re axivî:
KESÊ BI RÎ YÊ PIŞTÎ 15 ROJAN HAT
Di meha Nîsanê de li febrîqeyê min dest bi kar kir. Min riya xwe dirêj dikir. Piştî 15 rojan yekî riya wî dirêj hat cem min û ji min pirsî ku ji kîjan cemaetê me. Min jê re got ku ne ji ti cemaetê me. Kesê ku jê re got ew ji Cemaeta Îsmaîlaga ye, piştî demekê pêşniyar ku tevlî sohbetên wan bibim. Min her tim jê re digot ku ez betilîm e, lê rojekê bi israr ket milê min û bi gotinên xwe ez îqna kir ji bo tevlî sohbetên wan bibim.
HAQI EFENDÎ DEST BI WEAZÊ DIKE
Roja Sêşemê bû, piştî bi dawîbûna kar ez bir yek ji malên cemaetê. Di hundir de 9-10 kes hebûn. Piştî naskirina hev û xwarina xwarinê, Haqi Efendî dest bi dayîna weazê kir. Behsa Sahabeyan, yên li dijî kafiran şer dikin, kir. Hefteyê du rojan, piştî bidawîbûna kar saet di 18:30 de diçûm nav wan. Tevî mala li derdora Otogara Konyayê, Meydana Zaferê, ez diçûm mala li taxa Bosna. Haqi Efendî piştî wextekê sohbetên xwe li ser mijarên rojane kir. Sûriye bû mijara bingehîn.
ÊDÎ DEMA CÎHADÊ' HATIYE
Di perwerdeyan de min fêm kir ku me êdî ji bo wezîfeyekê amade dike. Piştî ku hat fêmkirin ji aliyê ruhî ve em amade ne, fermana tevlîbûna li nava Artêşa Îslamê ya Sûriyeyê hat dayîn. Li wê derê wê li dijî kafiran şer bihata kirin û eger bihata kuştin jî wê biça 'cenetê'.
Roja Pêncşemê bû. Haqi Efendî mîna her carê hat û got, êdî dema çûyînê. Ji min re got, 'em ê te bişînin'. Min got, 'ku derê?'. Got, Sûriye.
JI KONYAYÊ ÇÛ RIHAYÊ
Saet di 10:00-10:30 de em li otobusa ji Konya diçû Rihayê siwar kirin û 200 TL jî xistin bêrîka me. Di warê rê û rêbazên çûyînê de, wêneyekî şexsekî keçel, bi berçav, zehîf nîşan da' û Feyzûllah wê we ji xerajê bigire'. Ji Rihayê ez ê biçûma Pirsûsê, ji wir jî li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li cihekî weke dikanê, kûrye wê bihata min bi xwe re bibira. Beriya bi rê bikevin, wêneyê min kişandin.
Fikar û gumanên min hebûn. Berî bigihêjim Rihayê, hevalekî min ê dema zarokatiyê hebû, navê wî Omer e, li Colemêrgê çawişê pispor bû. Ez li wî geriyam, min jê re got, 'ez têm cem te'. Bi wesayîta zirxî qeza kir û ji ber dadgehê, hefteyekê em li Wanê bi hev re di otelê de man.
VEGERA LI RIHAYÊ!
Piştî ku hefteyekê bi Omer re mam, tevî hemû tirs û fikaran jî ez vegeriyam Rihayê. Lê belê vê carê ti kesê ku li xerajê li benda min sekinî, tinebû. Ji Rihayê hatim Pirsûsê, ji wir jî hatim heta ber deriyê sînor. Li derdorê leşker xuya nedikir. Min aliyê din ê sînor jî nas nedikir. Li aliyê din ê sînor, hêzên çekdar hebûn û min digot qey ew 'cîhadî' ne. Ji sînor derbas bûm û min biryar da biçim cem wan.
TESLÎMÎ YPG'Ê BÛBÛM
Piştî ku derbasî aliyê Sûriyeyê bûm, li wê derê çend kesên çekdar hebûn. Min silav da wan, silava min bersivandin. Lê min bi zimanê wan nizanîbû. Min li odeyekê dan rûniştandin, çay û cixare dan min. Piştre wesayîtek hat û em pê çûn bajêr. Ji pirsên ji min hatin pirsîn, min fêm kir ku rewşeke şaş bi rê ve diçe heye.
Ez çûbûm nava Artêşa Îslamê ya Sûriyeyê. Lê belê cihê ez hatibûm Kobanê bû û ez neçar mabûm teslîmî YPG'ê bibim. Cemaeta Îslamaga di bin navê 'Artêşa Îslamê ya Sûriyeyê' de şandibû nava DAIŞ'ê. Piştî YPG'ê ez girt, min ev fêm kir.
JI BER KU HATIM GIRTIN, BI ŞENS IM
Min ber ku tevlî rêxistinbûyîneke bi vî rengî bûm, gelekî poşman im. Malbata min, jiyaneke min hebû. Dibe ku ji ber YPG'ê ez girt, bi şens im. Lê belê gelek ders hene ku ji vê rewşa ez ketimê bê derxistin.
Di nava hedefa cemaetan de bi giranî ciwan, mirovên ji aliyê aboriyê ve qels, ji aliyê çandî ve çavgirtî û derdorên kedkar hene. Dema mirovên hinekî saf xuya dikin dibînin, yekser wan dixin nava xefika xwe. Bi giranî bi nermî nêz dibin û hewl didin xîtabî ruhên mirovan bikin.
Di bin navê şerê li dijî rejîma Sûriyeyê de mirovan dixapînin û dişînin Rojava ji bo li dijî Kurdan şer bikin. Ev demeke em li cem YPG'ê ne. Ya rast; em şandine ji bo li dijî YPG û Rojava şer bikin. Lê belê YPG, ji dijmin û esîrekî bêhtir, mîna mêvanekî nêzî me dibe. Em li vê derê hînî mirovahiyê bûn.