Li Îdirê kesek hat girtin, li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
Endama Meclîsa Daîmî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Sozda Gokçe li Îdirê hate girtin. Li Cizîrê jî, polîsan wesayîtek sekinandin û 3 kes binçav kirin.

Endama Meclîsa Daîmî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Sozda Gokçe pêr hatibû binçavkirin û piştî karên emniyetê bi dawî bû anîn dozgeriyê. Ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê ve şandin dadgehê. Gokçe bi îdîaya, “endama rêxistinê ye” hate girtin û şandin girtîgehê.
Li Cadeya Orhan Dogan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê wesayîtek ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ve hate sekinandin û 3 kesên di wesayîtê de hatin binçavkirin. Polîsan berê çekên xwe dan kesên hundirê wesayîtê, li ser vê, kesên li derdor bertek nîşan dan. Polîsan rasterast gule barandin. Polîsan herêm dorpêç kirin, 3 kes binçav kirin. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê, polîsan wesayîta aîdî gel jî bir Midûriyeta Emniyetê.