BI DÎMEN

Heyeta Rojava li Moskowayê bi xwendekarên zanîngehê re rûnişt

Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ya li Moskowayê ye, bi xwendekarên zanîngehê re civiya.

Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û Nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Elî yê ji bo tevlîbûna Konferansa Kurd a Navneteweyî li paytexta Rûsya Moskowayê ne, li Navenda Çanda Kurd bi xwendekaran re di panela bi navê "Di Xweseriya Demokratîk de rola Jinê" civiyan.

Di panelê de gelek xwendekarên zanîngehê amade bûn. Li ser mijarên, sîstema xweseriya demokratîk a Kurd dixwazin li Rojava ava bikin û rola jinê ya di vê sîstemê de diyalog hatin kirin.

Panel ji ber tevlîbûna zêde bi derengî destpê kir û bi şêweyê pirs-bersivan dewam kir. Piştî panelê xwendekaran bi endamên heyetê re wêne kişandin û ji bo karibin bi Rojava re hîn xurttir têkiliyê deynin, navnîşanên têkiliyê wergirtin.

...