Li derveyî welêt saetên dengdayînê ji bo dawiya hefteyê hatin guhertin
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dengdayîna li derveyî welêt didome. 24’ê Cotmehê Şemiyê û 25’ê Cotmehê Yekşêmê saetên dengdayînê yên li derveyî welêt hatin guhertin.
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dengdayîna li derveyî welêt didome. 24’ê Cotmehê Şemiyê û 25’ê Cotmehê Yekşêmê saetên dengdayînê yên li derveyî welêt hatin guhertin.
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê dengdayîna li derveyî welêt didome. 24’ê Cotmehê Şemiyê û 25’ê Cotmehê Yekşêmê saetên dengdayînê yên li derveyî welêt hatin guhertin. Hilbijêr li gor saeta herêmî li şûna saet di navbera 10:00-19:00 wê saet di navbera 09:00- 21:00’ê de karibin dengên xwe bikar bînin.
Her wiha hat diyarkirin ku 24 û 25’ê Cotmehê hilbijêrên beriya saet 21.00’ê ji bo dengdayîne hatibin qada hilbijartinê heta karê hemûyan biqede wê sindoq vekirî bimînin. Di nava hefteyê de jî dengdayîn wê saet di navbera 10.00-19.00’an de pêk bê.
Dengdayîna li deriyên gumrikan jî wê 1’ê Mijdarê saet 17.00’an bi dawî bibe.