Gel li Frankfûrtê li ser sindoqan e
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê hilbijêr li ser sindoqan e.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê hilbijêr li ser sindoqan e.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Li bajarê Elmanya Frankfûrtê hilbijêr li ser sindoqan e.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, dengdayîn li avahiya Konsolosxaneyê tê kirin. Hilbijêrên li bajarên Hanaû, Fûlda, Bensaîm, Weltslar, Darmstadt, Kassel û Gîessenê dijîn, bi konvoyê hatin û dengê xwe dan HDP'ê.
Li Konsolosxaneya Frankfûrtê ev hefteyeke 13382 deng hatine bikarnîn. Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ragihand ku 5327 ji van dengan ên HDP'ê ne.
Ji muşahîtên HDP'ê yên li ser sindoqan Remzî Aytûn got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de min ez muşahît bûm. Niha ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê careke din li vir im. Di teqîna roja Şemiyê ya li Enqereyê de kurê xalê min Vahdettîn Ozkan û keça xalê min Azîze Onat jiyana xwe ji dest dan. Ew ji Stenbolê çûbûn Enqereyê ji bo mîtînga aştiyê, lê li wir hatin qetilkirin. Dema dayika min ji bo wergirtina cenazeyên wan çû nexweşxaneyê, polîsan bi bombeya gazê êrîşî wan kirin. Ez niha dipirsim, li hemberî vê êrîşa namerdî em ê çawa bêdeng bimînin? Weke muşahîdên HDP'ê, ji bo şermezarkirina bûyera li Enqereyê me qurdeleya reş bi sînga xwe ve vekirine. Ji vê derê bang li tevahiya gelê me dikim, bila werin û dengê xwe bi kar bînin. Bêyî ku dereng bimîne, li dijî êrîşa namerdî ya li Enqereyê bila werin dengê xwe bi kar bînin."
Gulsum Benzer a li Offenbachê dijî jî got, "Me Kurdan her tim qetil dikin. Herî dawî di êrîşa li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de zêdeyî 100 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Em vê êrîşa namerdî şermezar dikin. Weke mirovên li Ewropayê dijîn, divê em biçin ser sindoqan û li dijî vê êrîşa namerdî dengê xwe bi kar bînin. Bila ti kes li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne. bila her kes were dengê xweb ide HDP'ê. Min dengê xwe ji bo aştî û biratiyê da HDP'ê."
M. Emîn Nayir ê li Mannheîmê dijî destnîşan kir ku bersiva herî baş a şoreşger û demokratan a li hemberî komkujiya li Enqereyê, hatine ser sindoqan û bikaranîna dengê xwe ye. Nayir got, "Min dengê xwe ji bo aştî û biratiyê da HDP'ê."