Li Tokyoyê şeva piştgiriya HDP'ê

Li paytexta Japonya Tokyoyê, ji bo destekkirina HDP'ê şevek hat lidarxistin.

Li paytexta Japonya Tokyoyê, ji bo destekkirina HDP'ê şevek hat lidarxistin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel beşdarî şevê bû û di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku bersiva herî baş a gelan li dijî dîkta Erdogan û AKP'ê, wê di 1'ê Mijdarê de bê dayîn.

Şev ji aliyê Komeleya Çanda Kurd ve hat organîzekirin. Rêveberê komeleyê Eyyup Kûrt bal kişand ser girîngiya şevê û got, "Çi nêz, çi dûr divê mirov bi HDP'ê re bibin yek. Japonya gelekî dûrî welatê me ye, lê belê li her devera cîhanê em weke welatê xwe difikirin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe didomînin."

Di şeva ku bi qasî 500 kes lê amade bûn de, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel axivî û destnîşan kir ku berpirsyarê sereke yê komkujiya li Enqereyê hikûmeta AKP'ê ya ku bi DAIŞ'ê re ji her alî ve digihêje hev, e.

Tûncel da zanîn ku bi pêvajoya 7'ê Hezîranê re AKP û Erdogan li dijî Kurdan pêvajoyeke nû dane destpêkirin, biryara şer girtine û anî ziman ku dixwzin HDP'ê li pêşberî vî şerî krîmînalîze bikin, li bindê bendê bihêlin û desthilatdariya xwe bidomînin. Tûncel diyar kir ku bersiva herî baş a gelan li dijî dîkta Erdogan û AKP'ê, wê di 1'ê Mijdarê de bê dayîn. Tûncel ragihand ku hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, bi tenê HDP'ê ji xwe re hevrik dibînin û hilbijartinê û namzetên xwe li gorî HDP'ê diyar dikin.

Tûncel anî ziman ku Kurd wê neyê lîstikê û li Rojhilata Navîn wê aştî qezenç bike.