Li Leîden û Alkmaarê çalakiyên ji bo hilbijartinê

Li bajarên Hollanda Alkmaar û Leîdenê, ji bo HDP'ê çalakiyên piştgirîdayînê hatin lidarxistin.

Li bajarên Hollanda Alkmaar û Leîdenê, ji bo HDP'ê çalakiyên piştgirîdayînê hatin lidarxistin.

LEÎDEN

Li bajarê Hollanda Leîdenê, bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca û Serokê Yekîtiya Karkerên Tirkiyeyî (HTÎP) Mûstafa Ayranci çalakiyek hat lidarxistin. Her du qisekeran, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û ji bo HDP'ê destek xwestin.

Konca anî ziman ku AKP'ê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de ji hilbijêran re gotiye, "We dengê xwe rast bi kar neanîn, em careke din sindoqan datînin."

Konca ragihand ku piştî êrîşên qetlîamker ên li hemberî HDP'ê, hilbijartinên li Tirkiyeyê wê di şert û mercên zehmettir de werin kirin û anî ziman ku ji her demê bêhtir berpirsyarî dikeve ser milê hilbijêrên li Ewropayê. Konca destnîşan kir ku bareke mezin li ser milê hilbijêrên li Ewropayê ne.

Konca da zanîn ku ji bo ewlekariya gihandina dengên li Ewropayê divê di balafirê de nûnerên HDP'ê jî hebin û diyar kir ku di vî warî de wan serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind dane. Konca da xuyakirin ku ji bo ewlekariya sindoqan wan li her cihî tedbîr girtine.

Serokê HTÎP'ê Mûstafa Ayranci jî di axaftina xwe de anî ziman ku divê mirov xwe ji zilma zaliman rizgar bikin û destnîşan kir ku AKP bûye belayê serê gel. Ayranci da zanîn ku xebatên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk girîng e û vê yekê hêzek derxistiye holê. Ayranci banga destekkirina HDP'ê kir.

ALKMAAR

Li bajarê Hollanda Alkmaarê jî çalakiyek ji bo destekkirina HDP'ê hat lidarxistin. Di çalakiya ku ji aliyê pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin de, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. Hat ragihandin ku ev komkujî, hewldanên dawî yên AKP'ê ne.

Nûnerên pêkhateyên HDP'ê di axaftina li çalakiyê de, ji bo bidawîkirina pêkanînên şerê desthilatdariya AKP'ê bang li hilbijêrên li Hollandayê kirin ku biçin ser sindoqan û hêza di destê xwe de bi kar bînin.

Nûnerê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê jî der barê xebatên li Alkmaarê yên ji bo hilbijartinê de agahî da û anî ziman ku ew ê xebatên xwegihandina hilbijêran bidomînin.

Di çalakiya ku 300 kes lê amade bûn de Koma Rengê Îsyan û stranbêjek Hollandî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.