Partiya çep û rêxistinên civakî yên Fransayê qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn

Li bajarê Thîonvîlle yê li rojhilatê Fransayê, bi dehan rêveber, sempartîzanên partiya çep a Fransayê, rêveberên komeleyan û Kurdistanî hatin cem hev û bi dirûşma "Em ê bi aştiyê re şer têk bibin" bîranînek lidar xistin.

Li bajarê Thîonvîlle yê li rojhilatê Fransayê, bi dehan rêveber, sempartîzanên partiya çep a Fransayê, rêveberên komeleyan û Kurdistanî hatin cem hev û bi dirûşma "Em ê bi aştiyê re şer têk bibin" bîranînek lidar xistin.

Di çalakiya bîranînê ya danê êvarê de endamê Partiya Sosyalîst a li desthilatdariyê û Alîkarê Serokê Meclîsa Herêma Lorraîne Jean-Pîerre Lîoûvîlle, Alîkara berê ya Şaredarê Thîonvîlle û Endama Meclîsa Şaredariyê Brîgîtte Weîss, Sekreterê Herêmê yê Ekolojî Kesk (EELV), rêveberên Partiya Komunîst ên bajêr û nûnerên civata Yahûdiyan a li bajêr amade bûn. Nûnerên gelek komeleyên li bajêr jî beşdarî çalakiyê bûn.

Endamê Meclîsa Herêma Lorraîne Jean-Pîerre Lîoûvîlle li vir peyivî û diyar kir ku berpirsyarê komkujiyê Tayyîp Erdogan e, ku li dijî PKK'ê şer daye destpêkirin. Lîoûvîlle da xuyakirin ku komkujiya li Enqereyê piştî biryara PKK'ê ya ji bo agirbesta yekalî hatiye kirin û anî ziman ku bi vê yekê re pêvajoya hilbijartinê ya 1'ê Mijdarê hedef hatiye girtin.

Lîoûvîlle bêdengiya Fransa û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li hemberî komkujiyên artêşa Tirk li Kurdistanê dike rexne kir û diyar kir ku Fransa û YE jî ji vê rewşê berpirsyar in. Lîoûvîlle destnîşan kir, ku ji bo pêvajoya aştiyê ji nû ve destpê bike, operasyonên li hemberî PKK'ê werin sekinandin û hilbijartinên 1'ê Mijdarê di rewşeke ewle de bê kirin, PKK ji lîsteya rêxistinên 'terorê' were derxistin, hikûmeta Fransayê bikeve nava hewldanan.

Ji amadekarên çalakiyê rêveberê Partiya Sosyalîst ê herêmê Huseyîn Salih Dûrmûş jî xemgîniya xwe ya ji ber komkujiyê anî ziman û ragihand ku divê dewletên Ewropayê li hemberî komkujiya li Enqereyê helwesteke hîn bêhtir bawerî pê were, nîşan bidin. Dûrmûş diyar kir ku ev yek ji bo pêşîgirtina li gefa şerê navxweyî ya li Tirkiyeyê girîng e.

Dûrmûş da zanîn ku PKK li Rojhilata Navîn aktorekî girîng e û ragihand ku divê dewletên Ewropayê qedexeya li ser PKK'ê ji holê rakin. Dûrmûş destnîşan kir ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekÎ girîng e.

Di merasîma bîranînê de piştre ji bo mirovên jiyana xwe ji dest dane find hatin pêxistin û daxwazên aştiyê hatin kirin.

...