Li Erzîromê 4 rêveberên DBP û HDP'ê hatin girtin
Ji 14 kesên di serdegirtina malan de li Avnîk a Erzîromê hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.
Ji 14 kesên di serdegirtina malan de li Avnîk a Erzîromê hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.
Li navçeya Erzîrom Avnîkê, roja 14'ê Cotmehê, tîmên tevgera taybet avêtibûn ser malan û tevî Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Halît Kapo û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Necatî Yazici 14 kes kiribûn binçavan.
Li dû ragirtina li emniyetê, dozgeriyê duh êvarê îfadeya wan girt û bi îdîa "endametiya rêxistinê" xwest her 14 kes bên girtin û sewqî dadgehê kir.
Ji 14 kesên li dadgehê îfadeya wan hat girtin Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Kapo, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Yazici, rêveberê DBP'ê yê navçeyê Harûn Koç û rêveberê HDP'ê yê navçeyê Koksal Kirmaci hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa H a Erzîromê.