PE sersaxî ji HDP’ê re xwest
Serokê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Gîannî Pîttella têkildarî komkujiya Enqereyê sersaxî ji HDP’ê re xwest.
Serokê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Gîannî Pîttella têkildarî komkujiya Enqereyê sersaxî ji HDP’ê re xwest.
Serokê Koma Tifaqa Pêiverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlamentoya Ewropayê Gîannî Pîttella têkildarî komkujiya Enqereyê sersaxî ji HDP’ê re xwest.
Pîttela ku sersaxî ji Hevserokên HDP’ê re xwest, diyar kir ku di demeke kurt de wan li Parlamentya Ewropayê bikin mêvan wê kêfxweş bibin.
Di peyama ku Gîannî Pîettella ji Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re şand wiha tê gotin:
Hevserokên Hêja yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag,
Ez ji bo kesên ku piraniya wan endamên partiya we û alîgirên we ne, di êrîşa bombeyî ya roja Şemiyê di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dan ez sersaxiyê ji we re dixwazim.
Dil û fikra me bi kesên jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn, malbat û dostên wan re ye.
Koma S&D, ji bol i Tirkiyeyê refah, edaleta civakî, rêzgirtina ji kêmaran û aştiyeke mayînde pêk bê wê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên we û partiya we bidomîne.
Ez diyar dikim ku di demeke nêz de li Parlamentoya Ewropayê em we bikin mêvan em ê kêfxweş bibin.