Li Ewropayê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê dewam dikin
Li bajarên cuda yên Ewropayê, xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dikin.
Li bajarên cuda yên Ewropayê, xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dikin.
Li bajarên cuda yên Ewropayê, xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dikin. Di çalakî û xebatên ji bo hilbijartinê de Komkujiya li Enqereyê, hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan tên şermezarkirin.
ZÛÎD: Li bajarê Hollanda Zûîdê, ciwanên Kurd dest bi kampanya hilbijartinê kirin. Ciwanên Kurd dan xuyakirin, ku ew ê roja 24'ê Cotmehê bi awayekî komî biçin ser sindoqan û bang li ciwanan kirin, ku dengê xwe bidin HDP'ê.
DELFT: Li bajarakî din ê Hollandayê Delftê, Komîsyona Jinan a HDP'ê standa agahdarkirinê vekir. Li standê, ji bo mirovên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz hat girtin û dûre ji bo bîranînê helaw hat belavkirin. Li standê belavok hatin belavkirin û der barê dengdayînê de agahî hatin dayîn. Li Hollandayê dengdayîn wê di navbera 21-25'ê Cotmehê de were kirin û rojane ji saet 10:00 heta 19:00 hilbijêr katibin dengê xwe bi kar bînin.
Navnîşanên dengdayînê bi vî rengî ne:
"ROTTERDAM Ahoy Navenda Fûar û Kongreyê; Ahoyweg 10 ,3084 BA
DEVENTER De Sheg Navenda Sporê; Piet van Donkplein 1,7422 LW
AMSTERDAM Rai Convention Center; Europaplein 22, 1078 GZ."
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
Li aliyê din xebat û çalakiyên li Hollandayê dewam dikin. Roj û cihê çalakiyên werin lidarxistin, bi vî rengî ye:
"16'ê Cotmeha 2015, În / Leiden / saet 19.00 / Civîna Gel
Navnîşan: Eksterpad 7, Leiden (HTÎB)
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Alî Haydar Konca
16'ê Cotmeha 2015'an În / Alkmaar / saet 19.00 / Çalakiya piştgiriyê
Navnîşan: Wijkcentrum Overdie van Maerlantstraat 8-10 Alkmaar
17’ê Cotmehê 2015 Şemî / saet 13.00 / Civîna Gel
Navnîşan: SDO Hoog en droog 25 Enschede
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca
17’ê Cotmehê 2015 Şemî/ saet 19.00 / Civîna Gel
Navnîşan: Ûîtenhagenstraat 90 Den Haag
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca
18’ê Cotmehê 2015 Yekşem / saet 10.00 / Hevdîtina bi Cemaata Ermeniyên Almelo
Navnîşan: Armeense Apostolîsche Kerk / Vrîezeveenseweg 174 Almelo
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca
18’ê Cotmehê 2015 Yekşem / saet 14.00 / Civîna Gel
Navnîşan: Brazîlîedreef 2 Utrecht
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca
18’ê Cotmehê 2015 Yekşem / saet 18.45 / Panel
Navnîşan: De Horst Kerkstraat 5 Deventer
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Alî Haydar Konca
19’ê Cotmehê 2015 Duşem / saet 20.00 / Giftûgo
Navnîşan: Komaleya Elewiyên Nîjmegen
Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Nîjmegen"
DRAGÛÎGNAN
Bi tevlîbûna Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Prof. Dr. Ahmet Yildirim ve li herêma Dragûîgnan a Başûrê Fransa, civînek hilbijartinan hat lidarxistin.
Yildirim di axaftina xwe ya civînê de destnîşan kir ku Kurdan li Rojhilata Navîn rolên xwe girîngtir kirine, êdî kes nikare wan bi polîtîkayên îmha û înkarê ve tine bike. Yildirim bi bîr xist ku dewleta Tirk serketina HDP’ê ya 7’ê Hezîranê hezm nekiriye, ketiye êrîşê û wiha got: “Lê bila bê zanîn teslîmiyet tineye, berxwedan heye.” Yildirim di axaftina xwe de bal kişand ser serketina Rojava jî û bang kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bila her kes biçe ser sindoqan.
HDP’yî bi konvoyan diçin Konsolosxaneya Marsîlya ya 200 km dûr û dengên xwe bikar tînin.