Siyasetmedarê Kurd Polatsoy serbest hat berdan
Siyasetmedarê Kurd Polatsoy piştî karûbarên îfadeyê hat berdan. Ji Polatsoy pirsa, Ozel nas dike yan na hat pirsîn. Di vê navberê de Ozel jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hat kirin.

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy ê ji ber peyameke di tevna civakî ya Twîtter de, di çarçoveya Lêpirsîna Komkujiya Enqereyê de hat binçavkirin û li Enqereyê lêpirsîna wî hat kirin îfadeya wî ya li dozgeriyê temam bû. Polatsoy piştî îfadeyê hat berdan.
Parêzerê Polatsoy, Halîl Îbrahîm Vargun ji ANF’ê re axivî û got ku di îfadeyê de ji Polatsoy pirsa Erhan Ozel ê navnîşana '@DrBereday' bi kar tîne nas dike yan na hatiye pirsîn. Polatsoy gotiye ku wî kesî nas nake, vê carê pirsa ev peyama mijara gotinê parve kiriye yan na hatiye pirsîn. Polatsoy bersiva, “Na” daye.
POLÎSAN ŞÎFREYA HESAN ŞKANDIYE?
Hat diyarkirin Polatsot gotiye ku ti agahiya wî ji peyamên dema di bin çavan de bû ji navnîşana Twîtter hatine parvekirin nîne. Prz. Vargun got, “Dibe ku polîsan şîfreya navnîşanê şkandibe û peyam parve kiribin. Ji ber piştî hatiye binçavkirin bi sê rojan peyam hatine parvekirin.”
'DIXWAZIN NÊRÎNA PKK Û DAIŞ’Ê BI HEV RE PÊK ANÎNE AVA BIKIN'
Prz. Vargun got, "Ji bilî pirsa Erhan Ozel nas dike yan na pirs nekirine. Ji derveyî vê jixwe lêgerîna xanî û hwd. nîne. Dixwazin hin tiştên bi zorê ava bikin. Ji Rihayê 4 kes anîne, 3 ji wan tevî ti eleqeya wan bi DAIŞ’ê re nîne jî dixwazin îfadeya wan jî bigirin. Kesên ji Riha anîne birine maseya DAIŞ. Dixwazin bi zextan nêrîneke ku 'PKK û DAIŞ’ê bi hev re teqîn pêk anîne’ çêbikin.”
DER BARÊ OZEL DE KONTROLA EDLÎ
Li gel vê îfadeya Erhan Ozel (@DrBereday) ê di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û tê diyarkirin ku têkiliya wî bi MÎT’ê re heye hat stendin. Hat diyarkirin ku Ozel qebûl kiriye ku peyama Twîtter a “Wê li Enqereyê bombe biteqe” nivîsandiye û gotiye “Min texmîn kir”. Ozel bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgeriya lêpirsînê hat kirin.