Ji ÎHD’ê rapora binpêkirina mafan: 12 hezar û 725 îxlal

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe ya têkildarî 9 mehên 2015’an de, diyar kir ku 293 jê zarok 3 hezar û 564 kes hatine binçavkirin û 41 jê zarok 788 kes hatine girtin.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di rapora xwe ya têkildarî 9 mehên 2015’an de amade kir, bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di 9 mehên salê de 63 mirovên sivîl ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine qetilkirin, 293 jê zarok 3 hezar û 564 kes hatine binçavkirin û 41 jê zarok 788 kes hatine girtin. Bi giştî 12 hezar û 725 binpêkirinên mafan rû dane.  

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)'ê der barê binpêkirina mafên mirovan ên 9 mehê destpêkê yên sala 2015’an raporek amade kir, li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan bi civînek çapemeniyê ve bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa Amedê yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, nûnerê Herêmê yê ÎHD'ê Abdûlselam Înceveren û rêveberên ÎHD'ê tevlî civîna çapemeniyê bûn.

Der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 5’ê Nîsanê ve malbat û parêzer jî di nav de bi kesekî re nahêlin hevdîtinê pêk bîne, bi van gotinan anî ziman: “Tecrîda 16 salan ku li ser Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan pêk tê, ti têkîliya xwe bi hiqûqê re tineye.”

Di raporê de şîdeta ser jinê û zarokan jî cihê xwe tê de girtin. Di 9 mehên destpêkê yên sala 2015’an di nav malbatê û di qada civakî de di encama şîdeta mêr de 45 jinan jiyana xwe ji dest dan, 15 birîndar bûn û 13 kes jî rastî îstîsmara cînsî hatin. Di raporê de tê diyarkirin ku 23 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 7 zarok di encama şîdetê de birîndar bûne û 8 zarok jî rastî îstîsmara cînsî hatine.

Rapor bi bîr dixe ku 2 mehên dawî de 17 hevşaredarên DBP’yî û bi dehan endamên meclîsa şaredariyê hatiye girtin û kesên hilbijartî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatine girtin.

Piştî Bîlîcî endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê û nûnerê Herêma Rojhilat-Başurrojhilat Abdulsselam Înceoren, daneyên binpêkirinên mafan ên di raporê de wiha ragihand:

*Kesên ji aliyê polîs û jendermeyan ve hatine kuştin û birîndarkirin: 63 mirî, 93 birîndar

*Kesên ji aliyê cerdevanan ve hatine kuştin û birîndarkirin: 2 birîndar

*Hêzên ewlekariyê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane: 105 mirî 254 birîndar

*Mîlîtanên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane: 104 mirî, 4 birîndar

*Sivîlên ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne: 9 mirî, 40 birîndar

*Ji ber îxmal û şaşiyên fermî mirî/birîndar: 10 mirî, 1 birîndar

*Întîxarên jinan: 20 întîxar, 5 hewldana întîxarê

*Întîxarên zarokan: 16 întîxar, 2 hewldana întîxarê

*Mirinên polîs û leşkeran ên bi guman: 12 mirî, 2 birîndar

*Kesên hatine binçavkirin: 293 jê zarok 3 hezar û 564 kes

*Kesên hatine girtin: 41 jê zarok 788 kes

*Îşkence û kiryarên xerab: 314

*Mudaxeleya li hember bûyerên civakî: 88 birîndar/derp

*Kesên rastî lêpirsîn, doz û cezayan hatine: 626

*Îxlalên li girtîgehan: 296

*Bi giştî îxlal: 12 hezar û 725