Heta biryara ‘derbeyê’ bê kişandin wê Êlihî di nobedê de bin
Li Êlihê ji wezîfegirtina bijartiyan hat protestokirin.
Li Êlihê ji wezîfegirtina bijartiyan hat protestokirin.
Li Êlihê ji wezîfegirtina bijartiyan hat protestokirin. Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr ê di çalakiyê de axivî ev bang li Wezîrê Karên Hundir kir: "Cesareta te heye ti li Êlihê bigerî.”
Hevşaredarên Êlihê jî di nav de ji wezîfegirtina 18 kesan li bajêr tê protestokirin. Platforma Demokrasiyê ya Êlih jî li ber Şaredariya Êlihê pankarta, “Îradeya li hember gel nayê qebûlkirin” vekir û daxuyaniya çapemeniyê da.
OZDEMÎR: EM Ê BI YEKDENGÎ QÎR BIKIN
Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên îmhakirina topyekûn ku piştî 7’ê Hezîranê xistibû meriyetê. Ozdemîr wiha axivî:
“Em bi zîhniyeteke ku îradeya gel bi ti tiştî nehasibîne û dixwaze Tirkiyeyê bi rê ve bibe re rû bi rû ne. Em ê li hember vê zîhniyetê bi hev re, bi yekdengî û vê jî bilindtirkirinê ve têkoşîn bikin û ez bawer im ku em ê bigihêjin serketinê. Me li vir kursiya gel ava kir, kesên dixwazin dikarin li vir bertekên xwe, fikrên xwe deynin holê. Ji ber van piştgiriyên wan jî em ê ser bilind bin. Ji îro û pêv, em ê li pêşiya şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Li hember van dûrxistinên bê hiqûqî em ê bertekên xwe nîşan bidin û heta careke din biryarek rast bigirin jî em ê vê nobeda xwe bidomînin. Em banga hişyariyê dikin.”
JI BO WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: HÛN Ê KARIBIN LI ÊLIHÊ BIMEŞIN?
Ozdemîr got: “Em bibin yek, bertekên xwe deynin holê em ê karibin di vê biryara wan a nehiqûqî de bi wan gav bidin avêtin.” Ozdemîr wiha bang li Wezîrê Karên Hundir kir: “Hela werin, hûn ê karibin di nav gelê Êlihê de bimeşin gelo? Hûn ewqasî wêrek in? Siyasetmedarê nikaribe derkeve nav gel, nikaribe bi gelê xwe re bibe yek, li gor min divê siyasetê neke, pêwîst e tavilê dest ji wê koltixê berde û biçe mala xwe.”
'XWESTIN GEL CEZA BIKIN LÊ EM DESTÛRA VÊ NADIN'
Li ser navê Platforma Demokrasî ya Êlihê jî Serokê Şaxa Batmanê ya SES’ê Mûstafa Yûrtsever daxuyaniya çapemeniyê xwend. Destnîşan kir ku vê biryara derveyî hiqûqê nas nakin û wiha axivî: “Biryara ji wezîfeyê dûrxistin Wezîrê Karên Hundir ê ku hikûmeta hilbijartinê ya demkî tayîn kiriye, daye. Ev biryara nehiqûqî ye, bi temamî siyasî ye… Ev bi salan e, we li lingê vî gelî da, lê ji niha û pêv em ê nehilên hûn tiştekî wiha bikin.”