ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Danîmarkayê civîna hilbijartinê
Koordînasyona hilbijartinê ya HDP'ê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, civînek li ser xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê tên meşandin, lidar xist. -
Li Wûppertalê standa hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê, di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li ber Cîty Arkadenê standa "Dîsa dîsa aştî" vekirin. -
Bîtnel: Ji bo bilindkirina dengê aştiyê em bêjin HDP
Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê Cem Bîtnel destnîşan kir, ku Erdogan û AKP mîna komkujiya Pirsûsê berpirsyarên sereke yên komkujiya Enqereyê ne. -
Xwepêşandanên ji bo şermezarkirina komkujiyê dewam dikin
Li San Fransîsco, Montreal, Hambûrg, Pîsa, Torîno, Mîlano, Roma û Amsterdamê, komkujiya li Enqereyê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin. -
Cebe yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê dema qedexeya derketina kolanan didomiya, Îdrîs Cebe yê 18 salî yê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin spartin axê. -
Çalakiya protestoyî ya 3 rojan a li Kolnê bi dawî bû
Kurdistanî û Tirkiyeyên li Kolnê dijîn ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ev sê roj in di çalakiyê de ne. -
Sindoqên li Hezexê wê bên veguhastin
Tevî biryara YSK’ê jî li navçeya Hezex a Şirnexê biryar hat dayîn ku cihê du sindoqan bê guhertin. -
Şahidê komkujiya Enqereyê Altûn îfade da
Abdulselam Altûn ê di komkujiya Enqereyê de birîndar bû, diyar kir ku êrîşkar dîtiye, piştî bang li wî şexsî kiriye bi 10 saniyeyan teqîn çêbûye û got: “Piştî min bang lê kir bi 10 deqeyan, min parçeyên mirovan li derdora xwe dîtin.” -
Li Erîvanê komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Li paytexta Ermenîstan, Erîvanê bi civînekê komkujiya Enqereyê hat protestokirin. -
Gulşen Ulker Bîrdal, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Hevjîna Serokê Rûmetê ya ÎHD'ê Akin Bîrdal, Gulsen Ulker Bîrdal ber bi rêwitiya xwe ya dawî ve hate oxirkirin. -
FEDA: Dengek dikare dîktatorekî bixîne; em piştgiriyê bidin HDP'ê
FEDA, bang li derdorên demokratîk û Elewiyan kir ku dengên xwe bidin HDP'ê. -
Ebrû Mavî li Elbîstanê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê Ebru Mavî ya ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve li Elbîstanê hat definkirin. -
Kedkaran astengî nas nekirin
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqere bi meş, çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin. -
Li Dortmundê protestoya komkujiyê
Li bajarê Elmanya Dortmundê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Li derveyî welêt hêrsa li hember komkujiyê bilind e: Qatil dewlet!
Li Elmanya, Fransa û Awûstralya komkujiya li Enqereyê hat protestokirin. -
Yuksekdag: Siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku welatiyên di teqîna Enqereyê de birîndar bibû wan ziyaret kir, da zanîn ku siyaset û jiyan bi şer jehrî kirine. -
Ji bo şehîdên aştiyê li Mêrdînê qurnefîl hatin danîn
Li Mêrdînê ji bo kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan qurnefîl hatin danîn. -
Xebatkarê kovara Ozgur Halkê hat binçavkirin
Xebatkarê kovara Ozgur Halkê Mûstafa Tosûn li navçeya Sûrê hat binçavkirin. -
AKP xwe li protestoyên komkujiyê ranagire: 8 binçavkirî
Li Alanyayê polîsan êrîşî mirovên xwestin komkujiya li Enqereyê şermezar bikin, kirin. Di dema êrîşê de 8 kes hatin binçavkirin. -
Demîrtaş: DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li serdanên serxweşiyê de bal kişand ser berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya di komkujiyê de û destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin. -
Li Colemêrgê operasyona hewayî
Li Colemêrgê, ji sibehê ve tevgera helîkopteran heye. -
AKP'ê endamê DAIŞ'ê Halîs Bayûncûk serbest berda
Desteka hikûmeta AKP'ê ya ji bo dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. -
Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê hat bombekirin
Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Şamê, bi topên hawanê hat bombekirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 28 binçavkirin, 1 girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 28 kes hatin binçavkirin û kesek hat girtin. -
Beştaş: Li Enqereyê bi zanebûn tedbîr nehat wergirtin!
Parlamentera HDP'ê Beştaş destnîşan kir, ku di komkujiya li Enqereyê de bi zanebûn tedbîr nehatine girtin. Beştaş mijar xist rojeva Meclîsê û pirs li hikûmeta AKP'ê kir.