Xwepêşandanên ji bo şermezarkirina komkujiyê dewam dikin

Li San Fransîsco, Montreal, Hambûrg, Pîsa, Torîno, Mîlano, Roma û Amsterdamê, komkujiya li Enqereyê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

Li bajarê DYA San Fransîsco, li bajarê Kanada Montrealê, li bajarê Elmanya Hambûrgê, li bajarên Îtalya Pîsa, Torîno, Mîlano, Romayê û li bajarê Hollanda Amsterdamê, komkujiya li Enqereyê bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.

SAN FRANSÎSCO: Kurdên li bajarê DYA San Fransîsco dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya Enqereyê meşek lidar xistin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir de bal hat kişandin ser desteka lojîstîk û çekan a AKP ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê û qetilkirina aştîxwazan bi tundî hat şermezarkirin. Hat ragihandin ku têkoşîna ji bo aştî û mirovahiyê wê were destekkirin.

MONTREAL: Li bajarê Kanada Montrealê, bi qasî 400 kean komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Meşa bîranînê li Qûarîer des Spectacle destpê kir û di nava kolanên qelebalix ên bajêr de dewam kir. Li cihê kombûnê, girsey gel wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan danîn erdê û qurnefîl danîn cem wan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser komkujiyê daxuyaniyek hat dayîn.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, li avahiya sendîkaya ver.dî, bi beşdariya parlamenterê SPD'ê Kazim Abaci, parlamentera Keskan Fîlîz Demîrel, parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr, rêveberê sendîkaya ver.dî Berthold Bose ûs endîkavan Elvîsa Kantaverîc, Canan Yildirim û Kemal Kîremîtçîoglû, civîneke çaemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku kiryarê komkujiyê kî dibe bila bibe, pêwendiya vê komkujiyê bi qedandina pêvajoya aştiyê ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve heye. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Elmanya hat kirin ku ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê bikeve nava hewldanan. Danê nîvro jî DÎDF'ê li taxa Altona mîtîngek lidar xist. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li vir daxuyaniyek hat dayîn û got, "Eger Erdogan hilbijartinên 7'ê Hezîranê qebûl bikira, wê ti kesan jiyana xwe ji dest nedabûna." Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser biryara bêçlakîtiyê ya KCK'ê û ji dewleta Tirk jî hat xwestin, ku dest ji şîdetê berde û hurmetê nîşanî pîvanên mafên mirovan, aştî û demokrasiyê bide. Piştî axaftinan, ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, bi kefen xwepêşandanek li nava kolanê hat lidarxistin.

PÎSA: Li bajarê Îtalya Pîsa, komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. Girseya gel a ji ber avahiya Şaredariyê heta avahiya Walîtiyê meşiya, li dijî AKP û Erdogan dirûşme qîriya. Heyetek ji 8 kesan a ji Kurd û Îtaliyan, li ser komkujiyê dosyayek pêşkêşî Walîtiyê kir.

ROMA: Li paytexta Îtalya Romayê, bi heman armancê li Meydana Romaîn Repûblîca, çalakiyek hat lidarxistin. Rêxistinên çep jî destek dan çalakiyê.

TORÎNO: Li bajarê Torîno, bi hevkariya Komeleya Çandê ya Med û koma Elcaprî, xwepêşana protestoyî hat lidarxistin. Çalakiya ku bi sedan Kurdistanî û Îtalyayî lê amad bûn, li meydana Stasyona Porta Nûva bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û girseya gel piştre dest bi meşê kir. Di axaftinên li çalakiyê de hat kirin ku bang hat kirin komkujiyên li Cizîr, Farqîn û Pirsûsê û operasyon werin bidawîkirin. Her wiha ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

MÎLANO: Komkujiya li Enqereyê li bajarê Îtalya Mîlanoyê bi girseyî hat şermezrkirin. Girseya gel bi wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û meşaleyan meşiya. Di meşê de li hemberî Erdogan dirûşme hatin qîrîn. Di çalakiyê de gelek welatparêzên Kurd û aktîvîstên MLKP'ê amade bûn. Bi qasî 30 saziyên Îtalyayê jî mora xwe danîn binê çalakiyê.

AMSTERDAM: Li bajarê Hollanda Amsterdamê, bi beşdariya 700 kesî li Beûrspleînê mîtîngek hat lidarxistin û komkujiya li Enqereyê hat şermezarkirin. Beşdarên çalakiyê destnîşan kirin, ku ji komkujiyê hikûmeta AKP'ê û Recep Tayyîp Erdogan berpirsyar in.

...