ROJANE
Hemû Nûçe
-
Jiyan îro û sibe disekine
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî komkujiya li Enqereyê greva giştî tê kirin. HDP'ê jî destek da grevê û got, "Werin em bi hev re jiyanê bisekinînin û dengê aştiyê bidin bihîstin." -
Li Kolnê dengdayîn di roja 5. de ye
Li Kolnê dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dewam dike. Xuyaye hejmara beşdaran ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêdetir e. -
Ji Başûrê Afrîkayê peyama piştgiriya ji bo gelê Kurd
Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê, komkujiya li Enqereyê şermezar kir. -
11 şehîdên aştiyê li Stenbolê tên oxirkirin
Tekîn Aslan, Tayfûn Benol, Guney Dogan, Cemal Avşar, Vahdettîn Ozkan, Selîm Ors, Ahmet Katûrman, Azîze Onat, Fatma Esen, Dîcle Delî û Bînalî Korkmaz ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, îro li Stenbolê cenazeyên wan tên veşartin. -
Li gelek navendên Elmanyayê bi hezaran kes daketin meydanan
Li bajarên Elmanya Essen, Bonn, Dûîsbûrg, Dortmûnd, Koln û Osnabruckê bi hezaran kes daketin qadan û komkujiya Enqereyê şermezar kirin. Di çalakiyan de dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Kujer Erdogan wê hesap bide, hatin qîrîn. -
Li Kopenhagen, London û Helsînkî protestoyên komkujiya Enqereyê
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, li paytexta Îngilîstan Londonê û li paytexta Fînlandiya Helsînkî, komkujiya Enqereyê hat şermezarkirin. -
Haya emniyetê berî 2 mehan ji 'bombeyên zindî' hebû
Ev rewş, pirsa 'gelo emniyeta ku di her kêliyê de mûxalîfan dişopîne, der heqê van şexsên ev du meh in bi gumana bombeya zindî li wan tê gerîn, çi kirine?' dixe hişê mirovan. -
Komkujiya Enqereyê li Fransayê bi xwepêşandanên girseyî hat şermezarkirin
Li bajarên Fransa Lyon, Bordeaûx, Reîms, Nancy û Toûloûse, bi hezaran kes daketin kolanan û komkujiya Enqereyê şermerzar kirin. -
Dengdayîna li Ewropayê dewam dike
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Girseya gel a li Hambûrg, Nantes, Stûttgart û Wûppertalê çû ser sindoqan, dengê xwe da HDP'ê. -
Li Nîjmegenê panela hilbijartinê
Di panela li ser hilbijartinê ya li Nîjmegenê de rojnamevan Fusûn Erdogan û Mahîn Sayin weke qiseker amade bûn. -
Oker: Bersiva herî xurt a li komkujiya Enqereyê, wê di sindoqê de bê dayîn
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Tûrgût Oker, di axaftina xwe ya li panelek li bajarê Elmanya Nurnbergê de got, "Li hemberî me, kes, nasname û rêveberiyeke faşîst a ku li dijî me hemû derfetên dewletê bi kar tîne, heye." -
Şehîdên aştiyê ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, yek bi yek li welatên xwe bi merasîman tên oxirkirin. Di merasîman de bi qasî êş û rondikan, hêrsa li hember AKP û Erdogan jî pir mezin e. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çakir spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Vedat Çakir (Bawer Botan) ê li Semsûrê di şer de jiyana xwe ji dest da li Mêrsînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma, "Şehîd Namirin" hat definkirin. -
Mollaoglû û Sarigul hatin oxirkirin
Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglû û Sarigul Tuylu, di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi stranên şoreşê yê jinan ve hatin oxirkirin. -
Cenazeyê 102 şehîdên aştiyê teslîmî malbatan kirin
Saziya Tipa Edlî, cenazeyê 102 şehîdên aştiyê yên di komkujiya li Enqereyê de hatin qetilkirin piştî teşhîs kir teslîmî malbatên wan kir. Cenazeyê 26 kesan jî ji ber nehatin naskirin wê piştî testa DNA'yê teslîmî malbatan bikin. -
ÎHD: Wezîrên bûne sedema komkujiyê bila îstîfa bikin
ÎHD’ê têkildarî komkujiya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê rapora çavdêriya destpêkê aşkera kir. -
Malbat hê jî li Enqereyê ne
Tevî baranê jî malbatên birîndarên mîtînga aştiyê li ber saziyan rawestiyane. -
Li Bruksel komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Li hemberî komkujiya li Enqereyê bi hezaran kesên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê kom bûn, bi dirûşman AKP û Erdogan protestokirin. -
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî, Çelebî bibîr anî
Komîsyona Aktîvîteya Wêjeyê Huseyîn Çelebî, Huseyîn Çelebî di 24. salvegera wî de bi bîr anî. -
Li Parîsê 20 hezar kesî komkujiya Enqereyê lanet kir
20 hezar kesî li paytexta Fransa, Parîsê komkujiya Enqereyê lanet kir. Di meşê de Serokê PCF Pîerre Laûrent axivî û got ev komkujî berhema siyaseta AKP û Erdogan e. -
Komkujiya li Enqereyê li Stockholm, Malmo, Goteborg hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarên Swêd ên Stockholm, Malmo û Goteborg bi girseyî hat protestokirin. -
Li Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqereyê tê protestokirin
Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran welatî ji bo komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar bikin meşiyan û çalakî pêk anîn. -
Cenazeyên Bakiş, Akin û Botur û Parlak li Meletî û Semsûrê hatin defnkirin
Cenazeyên Canberk Bakiş, Eren Akin û Kasim Botur ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li Meletî spartin axê. Cenazeyê Parlak ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li Semsûrê hat defnkirin. -
TEV-DEM, FEDA û AKEE komkujiya Enqereyê protesto kirin
Li hember komkujiya Enqereyê nerazîbûn didomin. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got ku berpirsyarê sereke yê komkujiyê AKP ye. FEDA jî got: “Em qatilan nas dikin”. AKEE jî komkujî protesto kir. -
Li Spanya bi armanca daxwaza azadiya Ocalan stand hat vekirin
Li paytexta Spanya Madrîdê Kurdên tevlî festîvala ku her sal wek kevneşopiyekê tê lidarxistin bûn, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê vekirin.