Li Spanya bi armanca daxwaza azadiya Ocalan stand hat vekirin

Li paytexta Spanya Madrîdê Kurdên tevlî festîvala ku her sal wek kevneşopiyekê tê lidarxistin bûn, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê vekirin.

Li paytexta Spanya Madrîdê Kurdên tevlî festîvala ku her sal wek kevneşopiyekê tê lidarxistin bûn, bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê vekirin.

Gelek partiyên siyasî neteweyî û xwecihî, rêxistinên demokrat, şoreşger û sosyalîst, Komîteya Piştevaniya bi Gelê Kurd û Rojava re têkildarî komkujiya Enqereyê agahî girtin.

Di festîvala ku wê 3 rojan bidome, Kurdan diyar kirin ku Ocalan di nav şert û mercên tecrîdê de tê hiştin û têkildarî projeya aştiyê di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de vegotin. Di festîvalê de li gel belavokan, broşurên Spanyolî yên ji parêznameyên Ocalan hatine amadekirin hatin belavkirin. 

...