Dengdayîna li Ewropayê dewam dike

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Girseya gel a li Hambûrg, Nantes, Stûttgart û Wûppertalê çû ser sindoqan, dengê xwe da HDP'ê.

Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê dewam dike. Girseya gel a li Hambûrg, Nantes, Stûttgart û Wûppertalê çû ser sindoqan, dengê xwe da HDP'ê.

HAMBÛRG

Li Serkonsolosxaneya TC a li bajarê Elmanya Hambûrgê, dengdayîn bênavber dewam dike. Tevî Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr, endamên SKB, DÎDF û Civata Elewiyan a Kîelê, bi awayekî komî duh dengê xwe bi kar anîn.

Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr, berî dengê xwe bi kar bîne daxuyaniyek da û êrîşa pêr a li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, şermezar kir. Ozdemîr da xuyakirin, ku ji piştî vê êrîşê divê ji bo HDP'ê xebateke hîn bêhtir xurt were meşandin û anî ziman ku ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Ozdemîr ragihand ku encamên 1'ê Mijdarê wê pêşeroja her kesî diyar bike û bang li her kesî kir ku xwedî li van hilbijartinan derkeve.

Li ser navê Civata Elewiyan a Kîelê Hasan Yeşîlbaş jî anî ziman, ku piştî komkujiya li Enqereyê wan hewl dane hîn bêhtir endamên xwe seferber bikin û got, "Em hêvîdar in wê her kes bi dengê xwe re tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike."

JIN WÊ BI AWAYEKÎ KOMÎ BIÇIN DENGDAYÎNÊ

Hefteya pêş, roja Çarşemê wê jinên HDP'yî yên taxên Neûwîedenthal, Osdorf û Lûrûpê, wê bi awayekî komî biçin konsolosxaneyê û dengê xwe bi kar bînin.

NANTES

Li rojavayê Fransayê, Kurdistaniyên li bajarên Nantes, Rennes, Vannes, Lorîent û bajarên li derdorê dijîn, ji bo dengê xwe bi kar bînin tên bajarê Nantesê. Li ser navê komîsyona hilbijartinê ya Nantesê Mûhîttîn Kiliç da xuyakirin, ku çawa wan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi dirûşma 'Em ê te nekin serok' Erdogan û dîktatoriya AKP'ê têk birin, ew ê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî hesabê vê xwîna hatiye rijandin bipirsin. Kiliç bang li hilbijêran kir ku dengê xwe bi kar bînin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, hilbijêr li ser sindoqan bûn. Duh li Stûttgartê, Pazarcixî herikîn ser sindoqan. Hin ji van hilbijêran bi awayekî komî, hin jî bi wesayîtên şexsÎ hatin û ji bo helwesta faşîzma AKP'ê hilweşînin, dengê xwe dan HDP'ê.

WÛPPERTAL

Hilbijêrên HDP'yî yên li bajarê Elmanya Wûppertalê, bi konsoyek ji 50 wesayîtan hatin Konsolosxaneya Tirk a li Dusseldorfê û dengê xwe bi kar anîn. Berdevkê Komîsyona HDP'ê ya Wûppertalê Lêhat Botî got, "Bi konvoyek ji 50 wesayîtan em hatin dengê xwe bi kar bînin. Em ê ti carî hêviya xwe winda nekin. Heta roja dawî ya hilbijartinê em ê xebatên xwe bidomînin. Em ê hilbijêrên xwe yên derfetê hatinê nîne, bi wesayîtan bînin ser sindoqan û bibin malên wan."

VIYANA

Li Awûstûryayê jî hilbijêr bi otobusên ji aliyê HDP Awûstûrya ve hatine amadekirin, diçin ser sindoqan. Endamên Koordînasyona HDP'ê yên li ber Konsolosxaneyê ne, weke wezîfedarên HDP'ê van otobusan pêşwazî dikin û dibin alîkar.

...