Cenazeyên Bakiş, Akin û Botur û Parlak li Meletî û Semsûrê hatin defnkirin

Cenazeyên Canberk Bakiş, Eren Akin û Kasim Botur ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li Meletî spartin axê. Cenazeyê Parlak ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li Semsûrê hat defnkirin.

Cenazeyên Canberk Bakiş, Eren Akin û Kasim Botur ên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li Meletî spartin axê. Cenazeyê Parlak ê di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest da jî li Semsûrê hat defnkirin.

Cenazeyê Endamê Baskê Ciwanan ê CHP'ê Canberk Bakiş jî li Meletî hat definkirin. Di merasîma cenaze de li gel rêveberên HDP û CHP'ê gelek welatî tevlî bûn. Cenazeyê Bakiş ewil anîn mala malbatê ya li Taxa Beydagi û piştre birin goristana tax. Bavê Bakiş Abdullah Bakiş darbesta kurê xwe hembêz kir û giriya. Piştî demek şunda cenazeyê Bakiş birin goristanê û hat definkirin.

Cenazeyê ciwanê bi navê Eren Akin jî li goristana bajar hat definkirin. Ligel gelek welatiyan Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan, namzetê HDP'ê yê Meletî Aydin Erdogan, namzetê CHP'ê yê Meletî Eren Aslanoglu û gelek kesên din tevlî bûn.

Cenazeyê Endamê KESK'ê Kasim Botur jî li Goristana Bajar a Meletî hat definkirin. Ligel nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî HDP, ESP, EMEP, ODP, DBP, Egîtîm Sen, SES, BTS û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.

Cenazeyê Bîlgen Parlak ê di komkujiya duh a Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Kolik a Semsûrê hat definkirin. Merasîma ku bi hezaran kes tevlî bû de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” hat berzkirin. Piştî nimêja cenazeyê ku li Taxa Şeyhbabay hat kirin cenazeyê Parlak li goristana Şeyhbabayê hat definkirin û gora Parlak bi qurnefîlan hat xemilandin.