ROJANE
Hemû Nûçe
-
Polîsan protestoya li Îzmîrê asteng kirin
Li Îzmîrê polîs kesên komkujiya li Enqereyê şermezar dikin asteng dike. -
Şeva Kopenhag veguherî civîna gel
Li gor hatibû plankirin wê îro li Danîmarkayê şeva piştevaniya Rojava çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê hat betalkirin, veguherî civîna gel. -
Demîrtaş: Êrîşa dewletê ya li hember gel e
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî komkujiyê bernama xwe ya Stenbolê betal kir û hate Enqereyê. -
Namzeta HDP’ê Mollaoglu di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da
Namzeta HDP'ê ya Herêma Yekemîn a Stenbolê Kubra Meltem Mollaoglu di êrîşa bombeyî ya Enqere de jiyana xwe ji dest da. -
Cîgirê Serokê PE bertek da komkujiya Erdogan
Cîgirê Serokê PE û Parlamenterê Keskan Lûnacek ji komkujiya Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirs girt. -
Komkujiya li Enqereyê li Strasbourg hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Strasbourg ê Fransa bi girseyî hat protestokirin. Nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransiyên li Place Kleber a Strasbourgê kom bûn, komkujî protesto kirin. -
Li Başûrê Kurdistanê gel li qadan e
Qetilkirina 2 kesan duh li Qeledizê ji aliyê pêşmergeyan ve, li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan tê protestokirin. -
Li Helsînkî protestoya komkujiya Enqereyê û komployê
Li paytexta Fînlandiya, Helsînkî, Komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya saetên sibê ya li Enqereyê hate şermezarkirin. -
Alîkara Serokê PE ji ber komkujiyê nerazîbûn nîşanî Erdogan da
Alîkara Serokê PE û Parlamentera Keskan Lûnacek, ji komkujiya li Enqereyê siyaseta AKP û Erdogan berpirsyar dît. -
Navên 27 kesên li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan
Hejmara mirovên di komkujiya li hemberî mîtînga aştîxwazan de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan, zêde dibin. -
Li Gever û Dêrsimê çalakiyên bi bandor
Gerîlayên HPG’ê saetên vê sibehê li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yek jê bi paye 7 leşker hatin kuştin. -
Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara miriyan 86 e
Wezîrê Tenduristiyê da xuyakirin ku hejmara mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, 86 e. -
Komplo li Viyanayê hat şermezarkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komploya navneteweyî bi meşeke meşaleyî û mîtîngekê hat şermezarkirin. -
Li Stenbolê jin li dijî komkujiyê daketin kolanan
Pêkhateyên KJA, li dijî komkujiya li Enqereyê li ber Lîseya Galatasarayê civiyan. Di çalakiyê de hat gotin, "Eger hûn bibin temaşekerên bûyerê, wê heman êrîş sibe li Stenbolê pêk were" û banga çalakiyan hat kirin. -
Têkildarî komkujiyê qedexeya weşanê
Piştî komkujiya li Enqere pêk hat li ser daxwaza Serokwezîrtiyê RTUK'ê biryara weşana qedexeyê ya demkî da. -
Wekîlên HDP’yî: Em xwedî wê îradeyê ne ku planên we vala derxin
Ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê girseya parlamenterên HDP’yî jî di nav de ku li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlên HDP’yî diyar kirin ku xwedî vê îradeyê ne ku van planan vala derxin. -
Cenazeyan radikin Saziya Tipa Edlî
Cenazeyên welatiyên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, radikin Saziya Tipa Edlî. -
AKP'yiyan nexwestin êşê parve bikin
Di roja sêyemîn a dengdayîna li Swîsreyê de, ji ber teqîna li Enqereyê HDP, CHP û MHP'yiyan qurdeleya reş bi ber xwe ve kirin, lê AKP'yiyan nexwestin qurbeleya reş bi ber xwe ve bikin. -
Komkujiya li Enqereyê wê li Bielefeldê bê şermezarkirin
Komkujiya li dijî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê, wê li bajarê Elmanya Bîelefeldê saet di 16:00 de bê şermezarkirin. -
Orhan Atîlla: Tetîkkêş dibe ku cuda bin, lê kiryarê esasî dewlet e
Yek ji mirovên di kêliya dawî de ji erîşê rizgar bûn, namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê yê Stenbolê Orhan Atîlla bû. Atîlla destnîşan kir, ku tetîkkêş cuda bin jî, kiryar dewlet e. -
Irmak: Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne
Hevseroka KCD’ê Irmak, diyar kir ku êrîşa bombeyî ya li Enqerê li hember pêşeroja welat êrîşeke nemerdî ye û wiha got: “Berpirsê komkujiyê dewlet û AKP’a bûne rêxistinên terorê ne.” -
FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî komkujiya li Enqereyê şermezar kirin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û ragihandin, ku komkujî dewama komkujiyên li Amed û Pirsûsê ye. -
Meclîsa Aştiyê: Mesaja 'Şer wê dewam bike' dan!
Meclîsa Aştiyê, da xuyakirin ku bi komkujiya li Enqereyê re mesaja 'şer wê dewam bike' hatiye dayîn. -
Dayikên Şemiyê em natirsin
Dayikên Şemiyê ku her hefte bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyê pêk tînin, îro ji ber komkujiya li Enqereyê wêneyên windayan ranekirin. -
Li bajarên Ewropayê wê komkujiya Enqere bê protestokirin
Li hember komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Ewropa gel dadikeve qadan.