Li Helsînkî protestoya komkujiya Enqereyê û komployê

Li paytexta Fînlandiya, Helsînkî, Komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya saetên sibê ya li Enqereyê hate şermezarkirin.

Li paytexta Fînlandiya, Helsînkî, Komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya saetên sibê li Enqereyê hat şermezarkirin.

Di çalakiya Meclîsa Jinên Kurd organîze kir de daxuyaniyên Kurdî û Finî hatin dayîn, hate destnîşankirin ku bila dewleta Tirk û AKP dawî li polîtîkayên xwe yên komkujî û hovîtiyê bîne.

Di çalakiyê de aştî, demokrasî, xwişk û biratî hate destnîşankirin û hate diyarkirin ku banga aştiya bi rûmet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de bi israr e, ji bo gelên herêmê xelaskarê herî mezin e. 

Di axaftinan de hate gotin ku divê tavilê hevdîtinên Ocalan bi parêzeran û merciyên pêwîst re destpê bike. Dirûşmên Kurdî û Fînî li qadê bilind bûn. Fînlandiyayî jî bi baldarî nêzî çalakiya li navenda Helsînkî bûn.

Piştî çalakiya protestoyê, komek ciwan ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan, kevir û hêk avêtin avahiyê û komkujiya Enqereyê protesto kirin.