Komkujiya li Enqereyê li Strasbourg hat protestokirin

Komkujiya li Enqereyê li bajarê Strasbourg ê Fransa bi girseyî hat protestokirin. Nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransiyên li Place Kleber a Strasbourgê kom bûn, komkujî protesto kirin.

Komkujiya li Enqereyê li bajarê Strasbourg ê Fransa bi girseyî hat protestokirin. Nêzî 500 Kurdistanî, Tirkiyeyî û Fransiyên li Place Kleber a Strasbourgê kom bûn, komkujî protesto kirin.

Di çalakiya bi banga lezgîn a ji aliyê civaka Kurd û Elewiyan û derdorên çep û kesk ên Fransa pêk hat, hat diyarkirin ku pêwîst e tavilê welat û saziyên Ewropayê hikûmeta AKP a di pêşengiya Erdogan de ku Tirkiye û Kurdistan veguherandiya deryaya xwînê rawestînin an na wê ev deryaya xwînê bandora xwe li Ewropayê jî bike.

Di çalakiyê de dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “AKP’a qetlîamker bicehime” hatin gotin. Di axaftinan de jî hat diyarkirin ku Erdogan û teyfeya wî amadekariyan dikin ku ji Tirkiyeyê birevin, dema direvin jî mîna li Enqereyê armanc dikin ku welêt wek deryaya xwînê bihêlin.