Demîrtaş: Êrîşa dewletê ya li hember gel e
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî komkujiyê bernama xwe ya Stenbolê betal kir û hate Enqereyê.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî komkujiyê bernama xwe ya Stenbolê betal kir û hate Enqereyê.
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî komkujiyê bernama xwe ya Stenbolê betal kir û hate Enqereyê. Demîrtaş bertek nîşanî daxuyaniyên "ev êrîş li hemberî dewletê ye" da û got "Ev êrîş ne li hemberî dewletê ye. Êrîşa dewletê ya li ser gel e."
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtinga aşitiyê, bernama xwe ya Stenbolê betal kir û bi lez vegeriya Enqereyê û tevlî civîna nirxandinê ya li HDP'ê bû. Demîrtaş derbarê komkujiyê de wiha axivî: "Ev bûyer ne karê hêzên kûr e. Ev êrîş ne li hemberî dewletê ye. Êrîşa dewletê ya li ser gel e"
'DI JIYANA HEVPAR DE CIH JI NAMERDAN RE TINE YE'
Demîrtaş diyar kir ku ewê hewl din ser komkujiyê bigirin û wiha pê de çû: "Her kesekî ku xwedî wîjdan be, vê êşê di dilê xwe de hîs kiriye. Lê yên kêyfa wan hat jî hene. Di ser de yên ku partiya me tawanbar dikin hene. Rêvebirên AKP'ê hene ku dibêjin me xwe bombe kiriye. Ez dixwazim ji wan re bêjim. Em partiyek in ku jiyana hevpar diparêze. Lê di nav vê jiyana hevpar de cih ji bo we namerdan tune ye."
'HÛN E WERIN DARIZANDIN'
Demîrtaş anî ziman ku her kê ji vê komkujiyê berpirsyar be dê were darizandin û wiha berdewam kir: "Dê hesap were pirsîn. Hûn ê derkevin pêşberî darazê. Hûn Serokwezîr in an jî Walî ne em nizanin. Lê ji ber ku we ev komkujî asteng nekiriye û berpirsyarên wan zelal nekiriye, hûn ê werin darizandin. Wê ew roj werin."