Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara miriyan 86 e
Wezîrê Tenduristiyê da xuyakirin ku hejmara mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, 86 e.

Hejmara mirovên di komkujiya ku weke berpirsyar AKP tê nîşandan de jiyana dane de, kêlî bi kêlî zêde dibe.
Wezîrê Karên Derve Selamî Altinok, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû yên Tirk, der barê komkujiya li Enqereyê de civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.
'86 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN'
Wezîr Muezzînoglû diyar kir ku bi giştî 86 kesan jiyana xwe ji dest dane, 186 kes birîndar bûne û rewşa 28 ji birîndaran giran e.
'KÊMASIYEK EWLEKARIYÊ NÎNE!'
Di civînê de endamên çapemeniyê pirsa 'hûn ê îstifa bikin?' li wezîran kirin. Wezîran jî bersiva 'ti kêmasiyeke ewlekariyê tineye' dan.