ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî mîtînga aştiyê êrîşa bombeyî
Li ber Garan Enqereyê li hemberî mîtînga aştiyê bombe teqiyan. Tê gotin ku di bûyerê de mirî û birîndar hene. -
Di 'Roja Şehîdan' de MUB'ê banga xurtkirina rêxistinbûyînê kir
MUB'ê bi wesîleya '10'ê Cotmehê Roja Şehîdan' de bang li xizmên cangoriyan, gel û pêkhateyên MUB'ê kir ku li her derê li dora durê berxwedanê yê cangoriyan xwe bi rêxistin bikin û armancên wan temsîl bikin. -
Vaye şebekeya koçkirinê!
Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê tor an ku şebekeyeke ku mirovan dide koçkirin e derket holê. Ev tor her çiqas di bin navê qaçaxçiyan de tevdigerin jî lê hate zanîn ku bi rêya hinek rayedarên PDK û AKP`ê ve bi awayekî veşartî hatiye ava kirin. -
Komploya 9'ê Cotmehê li Oslo hat şermezarkirin
Li paytexta Norwêc Osloyê, komploya 9'ê Cotmehê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Li Sûr û Yenîşehîrê qedexeya derketina derve
Li navçeyên Amed Sûr û Yenîşehîrê, derketina derve li hin taxan hat qedexekirin. -
Li Dortmûndê panela hilbijartinê
Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navenda Çanda Elewiyan panelek li ser hilbijartinê lidar xistin. -
Hejmara kesên li Qeladizê jiyana xwe ji dest dan derket 2’yan
Li navçeya ya Başûrê Kurdistanê di gulebarana pêşmergeyan a li ser gel de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 2’yan. Tê diyarkirin ku hejmara birîndaran jî 17 kes in. -
Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê li Hollanda aktîvîte bên lidarxistin
Li Hollandayê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê wê rêze aktîvîte pêk bên. Aktîvîteyên wê sibe destpê bikin heta 18’ê Cotmehê dewam bikin. -
Li Qeladizê ciwanek hat qetilkirin
Li navçeya Qeladizê girseya bi armanca krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê protesto bike kom bû, dema di ber avahiya PDK’ê ya navçeyê re derbas dibû hat gulebarankirin. Di gulebaranê de ciwanê bi navê Mihemed Resud jiyana xwe ji dest da. -
Li Qeladizê êrîşî gel kirin, kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê gel derket kolanan krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê protesto kir. Hêzên ewlekariyê ku êrîşî gel kirin kesekî jiyana xwe ji dest da jê giran 6 kes birîndar bûn. -
Hevşaredarê Pîranê Bîlgîn hat girtin
Hevşaredarê Pîranê Abdulsamet Bîlgîn û Xebatkarê Karên Fenê yê Şaredariyê Îlhamî Guzel bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xerakirin" hatin girtin. -
HDK: Ji bo ked, aştî, demokrasiyê mîtînga Enqereyê!
HDK’e banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî, Aştî, Ked a li Enqereyê kir. -
Murat Tomen ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Welatparêzê Kurd Murat Tomen ê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat û Kurdistaniyan ve ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Komplo li Brukselê bi xeleka mirovan hate protestokirin
Kurdistaniyên li Ewropa, 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî, li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewropa li paytexta Belçika, Bruksel bi xeleka mirovan protesto kirin. -
Li Qerqelî girtin, hat protestokirin
Li navçeya Qerqelî girtina HDP’yî, DBP’yî û gelek kesan hat protestokirin. Di çalakiyê de hişyariya, “Edalet wê ji her kesî re pêwîst be” hat kirin. -
Li Îdirê binçavkirin hatin protestokirin
Li Îdirî binçavkirina bijartiyan hat protestokirin. -
Cenazeyê Sugucu yê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Cenazeyê ji 4 ciwanên li Bismilê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin Abdullah Sugucu bi tevlîbûna hezaran kesan li cem gora Bîlal Bozkur ê ku di heman bûyerê de hat qetilkirin hat definkirin. -
Sûrê civîna xwe ya ji gel re vekirî li Kabê kir
Wekî kevneşopiyekê ku şaredariya Sûrê daye destpêkirin vê mehê jî şaredariyê civîna xwe ya meclisê ya ji gel re vekirî li Taxa Kabê pêk anî. -
Di operasyonên qirkirina siyasî de 20 kes hatin girtin, 10 kes hatin binçavkirin
Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, di operasyonên qirkirina siyasî yên konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin, 20 kes jî hatin girtin. -
HDP’yiyên li Swîsre diherikin sindoqan
Dengdana duh li Swîsreyê destpê kir didome. Hilbijêrên HDP’ê yên dengên xwe bikar tînin bang li her kesî kirin ku dengên xwe bikar bînin. -
Li hember Komploya 9’ê Cotmehê li Moskowa greva birçîbûnê
Komploya Navneteweyî li Moskowa bi greva birçîbûnê tê protestokirin. -
'Dixwazin qetilkirina bavê min bixin stûyê PKK'ê'
Polîs, ji bo berpirsyariya qetilkirina Ahmet Sonmez bixe stûyê PKK'ê, hewl da pêşniyara dayîna pere bike. -
Demîrtaş: Aştî nebe, hilberîn û çandinî jî nabe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di serdana xwe ya li Hala Fêkî û Sebze ya Bayrampaşa de got, "Heta aştî nebe, hilberîn û çandinî jî ne pêkane." -
'Di nava 78 rojan de 113 sivîl hatin qetilkirin'
ÎHD'ê da xuyakirin, ku di navbera 24'ê Tîrmehê-8'ê Cotmehê de 113 sivîl hatine qetilkirin. -
Li Awûstûryayê hilbijêr diçin ser sindoqan
Li Awûstûryayê, dengdayînê destpê kir. Li gelek herêman hilbijêr bi otobusan diçin navendên dengdanê.